Bîrdal: Deriyên aştiyê wê rê li edaletê veke 2020-08-29 10:47:27   ÎZMÎR – Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuanî da û got: “Aştî mafek e. Wê deriyên vî mafî ji demokrasiyê, edalet û aramiyê re vebibin.”    Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li xelkê dinyayê pîrzo kir û bi bîr xist ku aştî mafê her bingehîn ê mirovan e.    ‘PÊDIVIYA GELAN BI AŞTIYÊ HEYE’    Bîrdal da zanîn ku 1’ê Îlonê yek ji destekftiyên herî girîng ên mirovahiyê ye û got: “Her çiqas hesreta aştiyê ya mirovahiyê pêk nehatibe jî lê roja parêzvanên aştiyê û meşvanên wê pîroz dikim. Îro roj li dinyayê pergalek dagirger û cudakar û kujer li dinyayê heye û serwer e. Li şûna aştiyê şer li xelkê ferz dikin. Hin bêtir çekan hembêz dikin. Ev yek rê li ber koçberî, trajediya penaberî, birçîbûn, feqîrî û bêkariyê vedike. Bi koçberiyê re nijadperesetî jî zêde bûye. Vîrûsa koronayê topavêtina polîtîkayên neolîberal û şer dide nîşandan. Şîrazeya dinyayê xera bûye. Ya ku dinyayê rizgar û ava bike jî gelên dinyayê û piştevaniya wan e. Em mînakên vê yekê dibînin. Aştiya dê rê li ber jiyanek azad û wekhev a gelê kurd veke hem nêz û hem dûr xuya dike. Ez hêviya rêwitiya gelên bindest ên kedkar silav dikim. Herî zêde pêdiviya gelê kurd bi aştiyê heye û roj rêya gelên me ronî dike. Aştî mafek e. Wê deriyên vî mafî ji demokrasiyê, edalet û aramiyê re vebibin. Bijî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê.”