Rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin 2020-08-29 12:22:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.  Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê şermezar bikin daxuyanî dan. Nûneran di daxuyaniyê de diyar kirin ku dê Tirkiye nikaribe gelê Şengalê bitirsîne û heya dawî wê Êzidî li ber xwe bidin. Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Dexîl Mirad, li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyanî da. Dexil Mirad, êrîşên Tirkiye yên li ser Şengalê şermezar kir û got: “Bi navê gelê Şengalê em êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê şermezar dikin.  YBŞ’e hêza meye û ji zarokên me hatiye avakirin bi hêceta ku ew li hêzên leşkerî didin tevahiya Şengalê dike hedef. Di nava vê heftiyê de dû caran êrîş li ser Şengal pêk hatiye, cara yekmîn li Gundê Behrava pêk hat  lê ti ziyanek çênebû. Cara dûyemîn jî li Goristana Deqê Mêre dema wesayîtek sivîlan serdana goristanê dikir bû hedef. Ev êriş bê encam bû.”   Mirad, anî ziman ku ew dê ji gef û êrîşên Tirkiye netirsin û bi hemû hêza xwe li ser xizmetkirina civaka Êzidî berdewam bikin. Li ser navê tevgera Azadiya Jinên Êzidî  Zehra Dexîl  jî axivî û got: “Em bang li hikmûeta Iraqê dikin da ku serweriya xaka xwe bi parêze. Divê Iraq bi erka xwe rabe."