Xizmên Windayan li aqûbeta windayê 39 sal berê pirsîn 2020-08-29 12:48:38   AMED – Xizmên Windayan di hefteya 603’yemîn de li aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê 39 sal berê li Stenbolê hat windakirin pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 603’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bi belavkirina vîdoeyê li dar xist.  Rêvebera ÎHD’ê ya Şaxa Amedê parêzer Gurbet Yavûz daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Nurettîn Yedîogl ê di 12’ê nîsana 1981’an de li Stenbolê bi darê zorê hat binçavkirin û windakirin vegot.    ÎŞKENCE LÊ KIRIN E    Yavûz diyar kir ku Nûrettîn Yedîgol ê ji Erzînganê di 12’ê nîsana 1981’an de ku 27 salî bûye di serdegirtina malekê de hatiye binçavkirin û ji wê rojê ve tu kesî Yedîgol nedîtiye û agahî jê negirtiye. Yavûz got di binçavan de îşkenceya giran li Yedîgol hatiye kirin û di nav xwîn û xirarê de maye. Yavûz da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbatê jî hewldan bêencam mane û Yedîgol nehatiye dîtin.