Wê li ber Keleha Wanê ‘xeleka aştiyê’ were çêkirin 2020-08-29 12:57:14   WAN – HDP dê li Wanê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li qûntarê Keleha Wanê 500 metre “xeleka aştiyê” çê bike.    Rêxistina HDP’ê ya Wanê û rêxistinên civakî yên sivîl di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dê çalakiya “xeleka aştiyê” li dar bixin. Rêxistina HDP’ê ya Wanê ragihand ku ew ê di 1’ê îlonê de bi wesîleya Roja Aştiyê li Parka Newrozê ya li qûntarê Keleha Wanê 500 metre “xeleka aştiyê” çê bikin û piştî xelekê jî wê heta Parka Kûrtûlûşê meş were lidarxistin. Rêveberê Rêxistina HDP’a Wanê Talîp Tûran derbarê bernameya 1’ê Îlonê de agahî da û diyar kir ku Tirkiye bi awayek bêedalet dikeve 1’ê Îlonê û bal kişand ser geşedanên neyînî yên qewimîn û bandora xwe li ser pêkanîna aştiyê dike. Tûran da zanîn ku ew ê bi dirûşma “Li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadî” di Roja 1’ê Îlonê de “xeleka aştiyê” çê bikin û banga beşdariya çalakiyê kir û ew ê hemû bi hev re carek din dengê aştiyê qîr bikin.