Baroya Stenbolê posterê Tîmtîk daxist û ala Tirk dakir 2020-08-29 13:21:20 STENBOL – Rêveberiya Baroya Stenbolê ku ji ber posterê Ebru Tîmtîk bi avahiyê dakiribûn, bû hedefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, bersîv da Soylu û diyar kir ku wan ala Tirk bi avvahiya baroyê dakiriye.  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Baroya Stenbolê şermezar kir û kir hedefa xwe. Piştî Baroya Stenbolê di bîranîna Parêzer Ebrû Tîmtîk a piştî ji bo mafê darizandina bi edalet 238 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, posterê Tîmtîk bi avahiyê de daliqandin, Wezîr Soylu Baroya Stenbolê şermezar kir û baro kir hedefa xwe. Li ser helwesta  Wezîr Soylu, Rêveberiya Baroyê bersiv da Soylu û got: "Poster ji aliyê peyvirdarê baroyê ve hatiye daxistin. Polîs şahidê vê yekê ne. Baroyê helwesta xwe aşkere diyar kiriye û li şûna posterê Timtîk ala Tirk daliqandiye."