Tanrikulu: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin 2020-08-29 13:47:51   ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, bi minasebeta 30'ê Tebaxê Roja Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî rapor aşkere kir. Tanrikulu, xwest ji bo li ser vê axê dîsa heman êş dubare nebe komisyona heqîqetê û rû bi rûbûna dîrokê bê avakirin.    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê û Wekîlê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Sezgin Tanrıkulu, bi minasebeta 30'ê Tebaxê Roja Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî rapor aşkere kir. Tanrikulu, rapora kesên di navbera salên 1980-2000’an de li Tirkiye bi zorê hatine revandin amade kir. Tanrikulu, di raporê de anî ziman ku piştî 2016'an ku OHAL hat îlankirin hêjmara windayan dîsa zêde bûye. Tanrikulu xwest 'Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û Rû bi Rûbûna Dîrokê' bê avakirin. Tanrikulu, anî ziman ku peyman di sala 2010'an de bi îmzeya 97 welatan ketiye meriyetê, lê Tirkiye hêj îmze neavêtiye peymanê.    HEZAR Û 352 KES BI ZORÊ HATIN REVANDIN   Tanrikulu, di raporê de da zanîn ku li Tirkiyeyê di 1984'an de mirov hatin windakirin û di salên navbera 1993-1996'an de herî zêde mirov hatin windakirin. Tanrikulu, anî ziman ku li gorî Navenda Hafizaya Edalet û Heqîqetê di navbera salên 1980-1990'an de 33, di  sala 1991'an de 17, di sala 1992'an de 27, di sala 1993'an de 108, di sala 1994'an de 532, di sala 1995'an de 235, di sala 1996'an de 166, di sala 1997'an de 87, di sala 1998'an de 53, di sala 1999'an de 52, di sala 2000'an de 28 mirov hatine windakirin. Dîsa 14 mirov di dîrokên ne diyar de hatine windakirin. Bi giştî hezar û 352 mirov bi zorê hatine revandin û windakirin.    DI 2019’AN DE 7 KES WINDA BÛN   Tanrikulu, anî ziman ku li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) di sala 2019'an de 7 mirov bi zorê hatine revandin û wihdakirin û malbatan serî li ÎHD'ê dane.    HEZAR Û 338 KES PIŞTÎ HATIN BINÇAVKIRIN WINDA KIRIN   Tanrikulu, di raporê de destnîşan kir ku bi giştî 253 gorên komî hatine dîtin û di van goristanan de zêdeyî 4 hezar ke hatine definkirin. Tanrikulu, anî ziman ku di encama xebatnên Navenda Hafizayê de dosyayê 344 kesan hatin dîtin û wiha got: "Dre barê windakirina 218'an de lêpirsîn didome. Lêpirsîna 24 kesan ji ber dem derbas bûye biryara neşopandina dosyayê dane. Dîsa ji bo 84 kesên bi zorê hatine revandin doz hatiye vekirin.    Tanrikulu, xwest hiqûqa navxweyî bi awayekî çalak lêpirsînê ronî bike û lêpirsîn bi encam bibe. Tanrikulu, xwest kesên bi zorê mirovan direvînin bên darizandin û cezakirin.    Tanrikulu herî dawî anî ziman ku piştî darbeyê û OHAL'ê 7 mirov bi zorê hatine revandin.