Polîsan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û pankarta ‘aştî û azadiyê’ desteser kirin 2020-08-29 16:21:59   RIHA – Polîsan li Xelfetiyê muaxileyî daxuyaniya HDP’ê kir û pankarta “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” desteser kirin.    HDP’ê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de li Parka 4’ê Nîsanê ya navçeya Xalfetiya Rihayê xwest çalakiya “xeleka însan” pêk bîne. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û pankarta “Li dijî şer aştî, li dijî tecride azadî” desteser kir û daxuyaniyê asteng kir.    Parlamenterên HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn, Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner û gelek rêveberên HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn û ewilî esnafan ziyaret kirin. Xelkê eleqeyek min nîşanî HDP’iyan da. Pişt re jî HDP’yî çûn cihê çalakiyê û bi mudaxileya polîsn re rûbirû man.    ‘BIÇIN JI DIZEKAN HESAB BIPIRSIN’    Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûra çalakiyê neda. Şandeya HDP’ê li ser Kolana Înonu daxuyanî da. Parlamenter Omer Ocalan li vir axivî û diyar kir ku Parka 4’ê Nîsanê ya di dorpêça polîsan de ji aliyê qeymeqam ve derxistine ber firotinê. Ocalan da zanîn ku li şûna polîs diziya qeyûm asteng bikin lê hevdîtina wan û gel asteng dikin û got: “Li şûna ku polîs nelirêtiyên li vir derxe holê lê parkê dorpêç kiriye. Li şûna dorpêça parkê biçin ji dizekan hesab bipirsin.”    ‘TECRÎD ASTENGIYA AŞTIYÊ YE’    Omer Ocalan destnîşan kir ku ew ê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Parka Alî Şelî ya li navenda Rihayê çalakiya “xeleka mirovan” pêk bînin û banga beşdariya çalakiyê kir. Omer Ocalan diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    XWESTIN HEVSEROKA HDP’Ê BINÇAV BIKIN    Di vê kêliya ku axaftina Omer Ocalan didomiya polîsan xwest pankarta “Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” desteser bike. Şandeya HDP’ê diyar kir ku ew nahêlin pankart were desteserkirin û lê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir û li hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner dan û wê binçav bikin, lê HDP’yî ketin navberê û nehiştin.  Polîsan serî li zordestiyê da û pankart desteser kirin.    Şandeya HDP’ê daxuyaniya xwe bêpankart temam kir û pişt re derbasî avahiya HDP’ê bû.