Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe 2020-08-29 16:29:42   ŞIRNEX - Şewata ku duh li Çiyayê Cûdî derket her ku diçe belav dibe. Welatiyên ku li herêmê hewl didin şewatê vemirînin, ragihandin ku agir gav bi gav mezin dibe.   Li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî duh bi seatên şevê şewat derket. Agirê ku li qada daristanê belav dibe didome.   'BILA CÎHAN HEMÛ BIBÎNE CÛDÎ DIŞEWITE'   Welatiyên ku ji bo vemirandina şewatê di nav hewlêdanê de ne ragihandin ku şewat pêl bi pêl zêde dibe û gotin: "Em mudexile dikin, lê mudexileya me têrê nake. Li derdorê av nîne. Ekîbên agirkujiyê nayên. Em 5-6 mirov hewl didin ku agir vemirînin, lê têrê nakin. Her cihekî vedimirînin agir dîsa derdikeve û didome. Kesek bi me ve eleqedar nabe. Bila cîhan hemû bibîne Çiyayê Cudî dişewite."