Gelo gardiyanan alîkariya kujerê Remziyeyê kiriye? 2020-08-29 21:18:17   AMED – Remziye Yoldaş, hat definkirin. Xizmên Remziye Yoldaşê derpêş kirin ku Veysî Yoldaş bi alîkariya gardiyanan ji girtîgehê reviyaye û Remziyeyê kuştiye.    Duh êvarî li Taxa Azîziye ya semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, Veysî Yoldaş (31), Remziye Yoldaşê (29) kuştibû. Cenazeyê Remziye Yoldaşê îro hat definkirin.    Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê firar kiribû, bi çekê bera Remziye Yoldaşê dabû. Remziye Yoldaş bi giranî birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Zanîngeha dîcleyê jiyana xwe ji dest dabû.    Cenazeyê Yoldaşê îro saet di 3'yê danê esirê de radestî malbatê hat kirin û malbatê jî cenaze bir Taxa Daratey a navçeya Pîranê. Xizmên Yoldaşê, endamên komeleya Jina ya Rosayê û aktivîstên Tevgera Jina Azad (TJA) tev li merasîma cenaze bûn.    Xizmên Remziye Yoldaşê diyar kirin ku gava Veysî Yoldaş ji girtîgehê reviyaye gardiyanan aliyê wî kiriye û gotin, divê der barê gardiyanan de lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha xizmên Yoldaşê destnîşan kirin ku kesên çek ji Veysî Yoldaş re peyda kirine û ew veşartine jî sûcdar in û xwestin der barê wan de jî lêprisîn bê destpêkirin.    Diya Remziye Yoldaşê Sevîle Tûran jî anî ziman ku keça wê gelek caran çûye qereqolê û serî li dozgeriyê daye û got, dibe ku kujer hin kesên din jî bikuje.    Dayik Tûran, diyar kir ku keça wê gelek caran çûye qereqolê lê belê der barê Veysî Yoldaş de tiştek jî nehatiye kirin û got: "Çima kesî ji bo keça min çareyek nedît? Keça min jî welatiya vî welatî bû. Keça min 9 salan li benda wî ma. Lê wî li girtîgehê an gardiyan birîndar dikirin an jî êrîş dibirin ser hin kesan. Gava keça min nediçû hevdîtinê mahmela xw enexweşd ikir. Remziye jî mecbûr dima tevî keça xwe biçe girtîgehê."    Dayik Tûran, anî ziman ku bavê Veysî Yoldşa jî bi çekê avêtiye ser mala wan û gef li keça wê xwarye û got: "Berê jî gava ez ne li malê bûme, hatine êrîş birine ser keça min. Xezûrê wê bi çekê gef lê xwariye."    Dayik Tûran bertek nîşanî Veysî Yoldaş da û got: "Ma qey çena wijdanê bi te re tuneye, te çawa keça min kuşt."    Cenazeyê Remziye Yoldaşê bi lobandina zêmaran hat definkirin û jinan jî cardin daxwaz ajib o edaletê dubare kirin.