Şahidê nepen ê emniyet li dadgehê dek û dolabên emniyetê pûç kir! 2020-08-30 09:03:58   MÊRDÎN - Ji 9 şahidên nepen ên bûn sedema girtina bi dehan siyasetmedarên kurd, şahidê nepen ê bi bernavê "Plevne" di îfadeyên xwe yên berê de ji bo siyasetmedaran gotibû "endamên rêxistinê".  Lê belê "Plevne" di îfadeya xwe ya dawî de ji bo siyasetmedaran gotiye "xebatkarên partiyê."    Li Mêrdînê ji sala 2018'an ve gelek siyasetmedarên kurd ji ber îfadeyên "şahidên nepen" hatibûn girtin û her wiha ji ber îfadeyên "şahidên nepen" qeyûm tayinî pênc şaredariyên bajêr hatibûn kirin. Lê belê careke din dfen û fûtên di ser şahidên nepen re hatine kirin derket holê. Duh me der barê şahidê nepen ê bi bernavê “ML1Z0G7R1T (Malazgirt)” nûçeyek çêkiribû û derketibû holê ku di asasiya xwe de şahidekî bi vî navî tuneye û her wiha li bin zabitnaayena jî îmzeya şahidê bi bernavê "Boksor" tuneye. Vê carê jî ji van şahidan ê bi bernavê “P1L5EV3NE8 (Plevne)” ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrd,nê îfade dabû, gotiye "beyanên" di zabitnameyan de cih digirin ne aydên wî ne.    5 HEVŞAREDAR HATIBÛN GIRTIN    "Şahidê nepen" ê bi bernavê “P1L5EV3NE8 (Plevne)” der barê Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredarên Nisêbînê Ferhat Kût û Semîre Nergîz de îfade dabû. er wiha der barê hevserokên bajêr ên HDP û DBP'ê, Endamên Meclîsa Partiyê Alaattîn Semîr Zûgûrlî, Sedat Ay û aktivîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetînê de jî îfade dabûn.    "Plevne" di çarçoveya dosyeya Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu de careke din li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê hat guhdarîkirin û di îfadeya xwe de gotiye, "beyanên" di zabitnameyan de ne aydê wî ne.    Li gor îfadeyên li emniyetê hatine girtin, "Plevne" der barê kesên hatine girtin û binçavkirin de gotiye "endamên rêxistinê". Lê belê gava li dadgehê careke din hat guhdarîkirin di îfadeya xwe de diyar kir ku wî negotiye namzetên şaredariyê û meclîsa şaredariyê ji aliyê PKK've tabiî mulaqatê hatine kirin û B.K., N.Ç. û M.S. wekî xebatkarên partiyê dizane û nizane ev kes ji ku hatine û fealiyetên wan çi ne.    Her wiha "Plevne" beyanên xwe yên ku bûn sedema girtina aktivîsta TJA'yê û Endama Desteya Rêvebir a Herêmî ya Demokratîka HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetînê jî red kirin û di îfadeya xwe de gotiye: "Min ji bo yên ji Amedê hatine negotine endamên terorê. Tenê min got mensûbê partiyê ne. Min got, ji rêveberiyên herêmî hatine. Nizanin bê ka pêwendiya wan bi PKK'ê re heye yan na." "Plevne, ji bo Sevîl Rojbîn çetînê û yên pê re jî destnîşan kiriye ku wan nas nake û nizane têkliyeke wan bi PKK'ê re heye yan na.    MA / Ahmet Kanbal