‘Li girtîgehê tedawiya girtiyê nexweş Soydan Akay ne pêkan e' 2020-08-30 09:44:56   AMED – Soydan Akay, ku nexweşîna pençeşêra prostatê lê peyda bûye, 2 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn got: "Divê Soydan Akay li nexweşxaneyeke tam teşekullî bê tedawîkirin."    Soydan Akay ku 27 sal in girtiye û nexweşîna pençeşêra prostatê lê peyda bûye, li Girtîgeha Jimare 9 a Tîpa F a Sîlîvriyeyê 2 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî derpêş kiriye ku Akay tê muayenekirin û tetkîkên wî hatine kirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn, anî ziman ku li tu girtîgeheke Tirkiyeyê ji bo girtiyên nexweş ên reşa wan giran, şert û mercên tedawîkirinê tunene.    Her wiha ji xeynî pençeşêra prostatê nexweşîna Hepatît B, romatîzma jî bi Akay re hene. Her wiha ji ber ku Akay ê 46 salî nehatiye tedawîkirin spazma qelb jî derbas kiriye û li Girtîgeha Sîlîvriyeyê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Piştî wî xistine hucreyê bi pêkanînên kêfî re rû bi rû maye û bi mehan e mafê xwe yê telefonê û hevdîtinê protesto dike. Li ser vê wasiyê Akay Şafî Hayme, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dide.    Piştî serlêdana Hayme, li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Serokê Şaxê Abdûllah Zeytûn di 2'yê Hezîranê ji bo Akay li nexweşxaneyeke tam teşekullî bê tedawîkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê dide. Dozgerî jî di 27'ê Tîrmehê de bersiva serlêdana Zeytûn didoe û derpêş dike ku li girtîgehê girtî tên muayenekirin û li gor daxwaza wan tedawiya wan tê kirin. Her wiha dozgeriyê ji bo Akay jî diyar kiriye ku tê muayenekirin, tetkîk tên kirin û ji bo tedawiyê çi hewce be tê kirin.    ZEYTÛN: LI GIRTÎGEHÊ TEDAWÎ NE MIMKUN E    Zeytûn, bertek nîşanî bersiva Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da. Zeytûn got: "Bêyî ku nexweşînên giran esas bigirin, bi awaykî sûkî rewşa Soydan Akay îzah kirine. Di daxwazanmeya ku ji du sê hevokan pêk tê, tê gotin tedawî li girtîgehê tê kirin. Em baş dizanin li girtîgehê tedawî ne pêkan e. Tu girtîgeheke Tirkiyeyê nexwedî şert û mercên tedawiyeke tam in. Berevajî, rewşa girtiyên nexweş girantir dikin û xizmeta tenduristiyê asteng dikin. Bereveajî dozgeriyê, divê Soydan Akay li girtîgeheke tam teşekullî bê tedawîkirin. Ji bo vê em ê careke din serlêdanê pêk bînin."    Zeytûn, destnîşan kir ku mafê tedawiya tibbî ya girtiyên nexweş tê binpêkirin û got, şert û mercên ku girtiyên nexweş tê de ne pir giran in. Zeytûn, diyar kir ku şewb şert û mercên girtiyên nexweş girantir kiriye û got: "Di vî warî de berpirsiyarî ya Wezareta Dadê û girtîgehan e. Ev rewş ji bo kesên nexweş ên di cihekî girtî de binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xirab e."    Her wiha Zeytûn destnîşan kir ku divê raporên girtiyan ên nexweşxane û bijîkan dane wan esas bên girtin.   Akay ku hevteyek berê hevdîtin bi parêzerê xwe re çêkiriye, bi rêya parêzerê çûyîna xwe ya nexweşxaneyê û şert û mercên nexweşxaneyê ragihandiye: "Li nexweşxaneyê û vegeriyam girtîgehê, masûlkeyên min û gurçikên min perîşan bûn. Bi mehan e xwêdan didim û niha ev yek du qat zêdetir bûye. Ji ber ku nexweşxaneya pandemiyê bû, heya li wir bûm min xwarin nexwar. Min bi nan, zeytûn û biskuwîtan îdare kir. Ji ber pandemiyê li nexweşxaneyê rûberên nivînan tunebûn. Min rûbera ku ji girtîgehê bi xwe re anîbû avêt ser xwe."    Akay, ragihandiye ku ji bo tedawiya xwe dermanan bi kar tîne û li hucreya ku bi tena serê xwe lê dimînine car carinan ji ser hişê xwe ve diçe û gotiy, daxwaza wî ya ji bo çûyîna qawîşê tim tê redkirin.    MA / Aydin Atay