Şandeya MSD'ê li Moskovayê ye 2020-08-30 09:57:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya MSD'ê çû Moskovayê û dê serdanan li Rûsyayê pêk bîne. Nûnerê MSD'ê yê Misrê Sîhanok Dîbo got şande gihîştiye Moskovayê û dê hevdîtinan bike.    Şandeya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Cîgirê wê Hîkmet Hebîb, Serokê Yekitiya Suryenan Senherîb Barsûm û nûnerê MSD'ê yê Misrê Sîhanok Dîbo pêk tê çû paytexta Rûsyayê Moskovayê.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Nûnerê MSD'ê Sîhanok Dîbo got "Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk li ser vexwendineke fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê di 27`ê vê mehê de gihîşt Moskovê."   Dîbo diyar kir ku dê duşemê bi civîneke çapemeniyê mûzakereyeke di navbera MSD'ê û Partiya Vîna Gel de bê îmzekirin. Di heman rojê de dê hevdîtin bê kirin.   Dîbo da zanîn ku dê navaroka mûzakereyeke lihevkirinê pişt re bê belavkirin û dê pîvanên sereke yên peymaneke civakiya nû ya Sûriyê bigire nava xwe ku dê rê li hewldanên dagirkirin û parçekirina Sûriyê û avakirina sîstemeke navendî ya zordar, bigire.     Dîbo wiha got: "Em dikarin bêjin, mûzakereya bê îmzekirin dê tiştê herî baş ku heta niha hatiye kirin be. Dê sûdê li tevahiya ceografiya Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybetî li opozisyona niştîmanî ya demokratîk bike. Em dikarin bêjin ku nuqteyek guhertinê ya rasteqîn e."