Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin 2020-08-30 13:37:26   ENQERE – Du kesên nasnameya wan ne diyar êrişî avahiya HDP’ê ya Navçeya Keçîorenê kirin.    Li Enqereyê du kesên nasnameya wan ne diyar êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Keçîorenê kirin. Êrişkaran alên HDP’ê yên li ber derî şewitandin û piştî bûyerê polîsên çûn cihê bûyerê alên hatine şewitandin kom kirin.    Hat zanîn ku êrişkar yek jin bûye û yek jî zilam bûye û zilam hatiye binçavkirin.    Emniyetê ji bo îfadeyên wî bigirin bang li Hevserokê HDP’a Keçîorenê Berham Dag kirin. Rêxistina HDP’ê derbarê êrişê de gilî kir.