‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’ 2020-08-30 15:00:33   ENQERE – Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Krestecîoglû ya di ji bo çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi jinan re civiya got: “Dîroka me ne dîroka mexdûriyetê ye, dîroka me dîroka têkoşînê ye.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hevdîtina jinan li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn û bal kişandin ser tundî û destdirêjî û kuştna jinan. Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû axivî û diyar kir ku bi pandemiyê re kuştina jinan zêde bûne û tevî hemû êrişan jî jin li ber xwe didin.   ‘DÎROKA ME DÎROKA TÊKOŞÎNÊ YE’    Pişt re parlamenter Kerestîoglû axivî û da zanîn ku jin li dijî tund, newekhevî, cudakarî û cînayetan têkoşînek mezin birêve dibin û got: “Tiştek heye divê em ji bîra nekin, ew jî têkoşîna me ye. Dîroka me ne dîroka mexdûriyetê ye, dîroka me dîroka têkoşînê ye.”    Civîna jinan piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.