HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e 2020-08-30 16:56:15   RIHA – Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn xelkê Rihayê vexwend çalakiya “xeleka aştiyê” û got temînata aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Rihayê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a partiya xwe li Rihayê serdana esnaf û xelkê kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ji bo çalakiya “xeleka aştiyê” ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê serdana esnaf kirin û civînên gel li dar xistin. HDP’iyan li navçeya navendî Eyyûbiye, navçeyên derve Curnê Reş û Pirsûsê serdanan kir. HDP’iyan welatiyan vexwend çalakiya “xeleka aştyê” ya dê di 1’ê Îlonê de li Parka Alî Şerî pêk were.    PIRSÛS    Parlamnterê HDP’ê yê Rihayê û şandeya li gel wî serdanên xwe li Pirsûsê pêk anîn û ewilî çûn serdana gundê Elîgorê. Şande pişt re derbasî avahiya HDP’ê ya Pirsûsê bû û civîna gel li dar xist. Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner û endamê Meclîsa HDP’ê Îzzet Karadag ewilî axivîn û li dijî tecrîtkirina Ocalan banga têkoşîna hevpar kirin.    ‘TEMÎNA AŞTIYÊ OCALAN E’    Parlamenter Nûsrettîn Maçîn jî da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan li pêşiya perspektîfa çareseriyê astengî ye û got: “Temîn aştiyê birêz Ocalan e. Divê tecrîd demildest were rakirin.”    EYYUBIYE     Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gegerlîoglû û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û rêveberên partiya xwe li navçeya navendî Eyyubiye serdana esnaf û saziyan kirin û banga çalakiya “xeleka aştiyê” kirin.  Şande paşê çû serdana Odeya Bijîşkan a Rihayê.    CURNÊ REŞ    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û şandeya li gel wê çûn navçeya Curnê Reş û serdana malbat, gund û esnafan kirin û belavokên banga beşdariya “xeleka aştiyê” belav kirin.