Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve 2020-08-30 19:10:15 AMED - Parlamenter û rêveberên HDP'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li navçeyên Amedê serdana xelkê kirin û xelkê vexwendin çalakiya "xeleka aştiyê" ya 1'ê Îlonê.  Rêxistina HDP'ê ya Bajêr Amedê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de ku dê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê çalakiya "xeleka aştîyê" pêk bîne li navçeyên Farqîn, Bismil, Hezr û Çinarê serdana esnaf û gel kir û bi welatiyan re civiyan.    HEZRO    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û şaneya li gel wî serdana navçeya Hezroyê kirin û xelkê vexwendin çalakiya roja 1'ê Îlonê.    BISMIL     Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Hevşaredara Bismilê ya qeyûm danîn şûna wê û şandeya li gel wan li navçeya Bismilê esnaf û xelkê ziyaret kirin û banga beşdariya çalakiya "xeleka aştiyê" ya li Amedê kirin.    ÇINAR    Parlamentrê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan û şandeya li gel wî jî li navçeya Çinarê bûn û çûn serdana esnaf û şêniyên navçeyê û xelkê vexwendin çalakiya 1'ê Îlonê ya li Deriyê Çiyê.    LI SER PIRA MALABADÊ XELEKA JI MIROVAN    Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û şandeya bi wan re li Farqînê bi welatiyan re kom bûn û pişt re çûn qada seyranê Geliyê Godernê û Pira Malabadê serdana xelkê li vir kirin. HDP'iyan li ser Pira Malabadê xeleka ji mirovan pêk anî.    Her wiha şandeyê li navenda Farqînê jî serdana esnafan kir û welatiyan vexwendin çalakiya li Deriyê Çiyê.