TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe 2020-08-30 21:54:11   NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Wezîrê Karên Hundir li ser medya civakî li Parlamenter Bariş Atay neheqî kir, TîP'ê bertek nîşanî wezîr da û got: “Wezîrê ku nikare îstîfa bike divê heddê xwe zanibe."    Wezîrê Karên Hundir li ser medya civakî neheqî û heqaret li Parlamenter Bariş Atay kir. Li ser vê yekê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP), bersîv da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu. TÎP'ê di bersîvê de Wezîr Soylu hişyar kir û got: "Wesrê ew tayînî Wezareta Karên Hundir kiriye. Pêşeroja wî di nava lêvê yek mirovî de veşarî ye. Erka wî ne ewe ku heqaretê li parlamenterên ku bi vîna gel hatine hilbijartin bike ye. Suleyman Soylu di asta yekem de berpirsiyarê kujer û tecawizkarê jinan e ku li kolanên Tirkiye serbest serbest bigerin e. Soylu yê nikare îstîfa bike, divê heddê xwe zanibe."