ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-31 09:00:20   * Rojnamevan Weysî Tallî diyar kir ku her ku diçe alozî û êrişên Tirkiyê yên li dijî deverên Herêma Kurdistanê girantir dibe û got: "Yekane yek ji sedemê vê yê herî berbiçav jî nebûna helwesta pêwîst a Hikûmeta PDK’ê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye. Dîsa daxuyaniyên ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û li ser navê PDK’ê tên dayîn, êrişên Tirkiyê rewa dike."    * Dayikên Aştiyê yên li Îzmîrê diyar kirin ku ew dixwazin 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di nava nêvenga aştiyê de pêşwazî bikin û navnîşana çareseriyê Îmrali nîşan dan.    * Akademisyenê Aştiyê Serdar Tekin, têkildarî rewşa rojane rapore amade kir. Tekîn, têkildarî danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" anî ziman ku Destûra Bingehîn wekî azadiya ramanê qebûl kiriye û wiha got: "Divê hemû mafê me yê ji me hatiye stendin dîsa bidin me. Pêşeroja civaka Tirkiyeyê tenê bi aştiyê dikare bê avakirin."    *  Şaredariya AKP’î ya Çekmekoyê di çarçoveya “Projeya Islahê" de bi zorê gelek xanî xera kirin. Niha jî bi zorê daran dibirin. Welatî Suna Duman, diyar kir ku şaredariya AKP'ê ewil malê wan xera kirin û niha darên wan dibirin û got: "Ev tişta dikin zilm e. Divê ev zilm bi dawî bibe.    * Civaknas Hakan Koçak, diyar kir ku ji 3 karkerên li kolanê yek jê betal e û wiha got: "Hikûmetê di pêvajoya şewbê de di bin navê krediyê de xistin bin deynan. Lê sendîka parastin.    *  Li Kîlîsê tecawizkarê bi navê M.A li ser giliyê E.O ya ku ducanî bibû hatibû girtin, 12 roj şûnde serbest berdan. Parêzerê E.O ragihand ku tecawizkar di encama îtiraza ku 7 roj wextê wê hebû, 12 roj şûnde hate kirin de serbest berdan.   * Şaredariya AKP’î ya Akdenîzê bi navê “Başkirinê" kolana bazarê nû dike û bi lîsteyek nû, li şûna tezgahên esnafan yên berê tezgahên nû çê dike. Esnafan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku şaredariya AKP'ê dixwaze esnafan bîne hemberî hev.  zerine salıverildiğini paylaştı.    * Rêxistina HDP'ê ya Riha, Amed û Enqereyê dê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi esnaf û gel re bên cem hev. (10.00).   * Komeleya MEBYA DER'ê dê li avahiya xwe ya Amedê têkildarî êrîşên li dijî goristanan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Şaxên OHD û ÇHD yên Mêrsînê dê têkildarî çalakiya Parêzer Ebru Timtîk a ku ji bo edaletê ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, li pêş avahiya Qesra Edaletê ya Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12:30)   * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, dê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê "Deklerasyona Banga Aştiyê" li meclîsê aşkere bikin. (13.00)   * Karkerên Cargillê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, dê li pêş Navenda Coca Cola ya Umraniye ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê, tê têkildarî çawîşê pispor ê tecawizkar Musa Orhan li Parka Zarokên Azad daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)