Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan 2020-08-31 09:02:18 ENQERE - Li Kîlîsê tecawizkarê bi navê M.A li ser giliyê E.O ya ku ducanî bibû hatibû girtin, 12 roj şûnde serbest berdan. Parêzerê E.O ragihand ku tecawizkar di encama îtiraza ku 7 roj wextê wê hebû, 12 roj şûnde hate kirin de serbest berdan.   Li gundekî bajarê Kîlîsê jina ciwan a 18 salî E.Odema di temenê zaroktiyê debû ji hêla zilamê bi navê M.A (36) bi awayekî sîtematîk rastî tecawizê hat derket holê ku ji ber vê tecasizê E.O ducanî bû. Li gorî agahiyan, M.A 3 sal berê tecawizî E.O kir. Bûyer di meha tebaxê de E.O ya ku ji ber êşa zikê xwe çû nexweşxanê derket holê.    M.A GEF KUŞTINÊ XWAR   Piştî bûyer çû ber destê cendermeyan, E.O ragihand ku M.A tecawizî wê kiriye û giliyê kesê tecawizkar kir. E.O diyar kir ku ji ber M.A gefa kuştinê li xwariye ji tirsa wî newêrîbû bûyer tu kesî re vebêje. Her wiha malbata E.O jî giliyê M.A kir.   LI GORÎ DOZGER 'RIZA WÊ' HEYE!   Tecawizkar M.A li ser giliyê E.O hate binçavkirin û bi îdiaya 'îstîsmara zayendî' hate girtin. Piştî 12 rojan di girtîgehê de ma, li ser îtirazê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Kîlîsê biryara berdanê da. Dozgerî di sedema îtiraza xwe ya ji bo berdana M.A de îdia kir ku “ji ber sûcê îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokê çênebûye" û "mexdûr ji 15 salî mezintir e û  riza wê hebû".   SERBEST BERDAN   Hate zanîn ku biryara serbestberdanê piştî 7 rojên wî qediya, hem dozger û hem jî parêzerên M.A îtîrazî biryara girtinê kirin. Di encama îtîrazê de biryara berdana M.A dan. Parêzerê E.O, Îbrahîm Halîl Demîrcîoglu têkildarî bûyerê de agahî da. Prz. Demîrcîoglu bi bîr xist ku dema îtîrazê 7 roj in, lê parêzerên M.A û dozger 12 ron şûnde îtîrazî biryara girtinê kirin. Prz. Demîrcîoglu daxuyand ku divê îtîraza serbestberdanê ji hêla dadgehê ve were redkirin.   GOTINÊN TECAWIZKAR ESAS GIRTIN   Prz. Demîrcîoglu anî ziman ku mexdûr di 15 saliya xwe de rastî tecawizê hat û di 17 saliya xwe ducanî bû. Prz. Demîrcîoglu da zanîn ku dozger gotinên tecawizkar a wekî "sal û nîveke têkiliya wan hebû" esas girt. Prz. Demîrcîoglu got ku dozger xwe bi xwe daxwaza berdana tecawizkar kiriye û ev tişt anî zkman: "Ev rewşa ku dozger xwe bi xwe daxwaza berdanê kiriye li Tirkiyeyê tiştekî ku heta niha kêm hatiye dîtîne. Hêj delîl nehatine komkirin, bûyer çawa qemiye nehatiye fêmkirin û lêkolîn nehatiye kirin, biryara berdanê dan. Me hêj delîl kom dikirin, ev biryara hate wergirtin. Em îtîrazî vê rewşê dikin." Demîrcî got ku hêj testa DNA nehatiye kirin.   LI XWE MIKUR HATIBÛ   Bavê E.O Şêxo O. got ku piştî wî keça xwe biriye doxtor hînbûne ku ew ducanî ye. Şêxo O. daxuyand ku piştî bûyer derket holê, hem keça wî, hem ew û hwm jî malbata wan giliyê tecawizkar kirine û evntişt anî ziman: "Jixwe di îfadeya xwe ya ewilî de li xwe mikur hat ku tecawizî keça min kiriye. Piştî bûyerê xwestin em giliyê xwe paşde vekişînin."   ‘DOZGER ERZA MIN ŞIKAND'   Şêxo O. bertek nîşanî berdana M.A da û npzîkatiya dozger a li hemberî wan bi wan gotinan anî ziman: "Dema min nerazîbûna xwe ya li hemberî berdana M.A ji dozger re got, dozger libser serê min kir qîreqîr û got ku 'Aniha derkeve derve yan na ez ê te bidim girtin'. Ma em derdê xwe ji kê re bêjin. Ez bav im û mexdûr im. Tecawizî keça min kirin û bebekek heye. Çawa tecawizkar serbest berdidin. Daxwaza me ew e ku vî tecawizkarî bigirin û cezayekî giran lk bibirin." Xizmek E.O bi gotina "Çawa kesê tecawizî zarokek 15 salî kiriye berdidin.Jixwe edalet tune ye. Heke edalet hebûya wê dema kesên wisa bernedidan" berteka xwe anî ziman.   MA / Dîren Yurtsever