Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin 2020-08-31 09:45:05   ERZIROM - Li Taxa Azap a girêdayî navçeya  Xoresanê, zaroka 2 salî winda bû. Piştî lêgerînê cenazeyê wî dîtin.    Li Taxa Azap a girêdayî navçeya Xoresan a Erziromê, zaroka 2 salî Merve Bayrak duh piştî nîvro winda bû. Dayika Merve Bayrak a li Taxa Dalbaşi dijî, ji bo ku beşdarî daweta xizmên xwe yên li Taxa Azap dijîn bibin, keça xwe Merve jî bi xwe re dibe. Li vê derê Merveya biçûk winda dibe. Welatî û esker li ser windabûna Merve dest bi xebatên lêgerînê kirin. Piştî xebatên lêgerînê 10 kîlometre dûrî gund cenazeyê Merve Bayrak dîtin. Cenaze rakirin nexweşxaneya dewletê ya Navçeyê. Piştî karê otopsiyê dê cenaze defin bikin.