Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin 2020-08-31 11:24:53   ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn ê qeyûm tayînê cihê wî hatibû kirin, hat binçavkirin.   Li navçeya Qereyazî ya Erziromê, eskeran di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de, Hevşaredarê Qereyaziyê Burhanettîn Şahîn jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.    Hat diyar kirin ku navê kesên hatin binçavkirin Mahmût Çîmendag, Fesîh Polat û Adîl Bîngol e. Hat dest nîşan kirin ku 4 kesên hatin binçavkirin, li Qereqola Eskerî ya Navçeyê tê girtin.