Derket holê ne qezaye cînayet e 2020-08-31 16:24:09 WAN - Gardiyan H.Î.S. ku di hundirê wesayita tê de bû Dîlan Toptaşi bi çekê qetil kir û dûre hewld a bûyerê wekî qeza nîşan bide.    Derket holê ku di qezaya trafîkê ya pêr li navçeya Artemêt a Wanê rû da de jinek hatiye qetilkirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, jina ciwan Dîlan Toptaş a li Nexweşxaneya Dewletê ya Ardahanê pîriktî dikir, ji bo betlaneya xwe ya dawiya heftiyê bi hevalên xwe re tê Wanê. Toptaş piştî serdana xwe ya Gireva Artemêtanê bi hevalê xwe re dixwazin vegerin navenda bajêr.  Toptaş li navçeya Artemêtan ji wesayîta li sîwar bibû peya dibe û li wesayîta zilamê bi navê H.Î.S. ê li Girtîgeha Tîpa T Wanê gardiyantiyê dike û berê hev nas dikirin, siwar dibe.     Piştî Toptaş li wesayitê siwar dibe, ber bi Wanê ve bi rê dikevin. H.Î.S. di rê de Toptaş bi çekê qetil dike û wesayita ku tê bûn jî piştî diqelibe di sekine. Piştî qeza dibe ajovanên di heman rêyê de û kesên li derdorê ku dibin şahidê bûyerê gazî tîmên tendirustiyê û polîsan dikin. Bersûc H.Î.S. ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û cenazeyê Dîlanê jî radikin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê. Lê di rapora otopsiyê de aşkera bû ku Dîlan bi guleyek ji serê xwe xwariye jiyana xwe ji dest daye.   Piştî otopsiyê cenazeyê Dîlanê hat definkirin û bersûc H.Î.S. jî bi sûcê "kuştina bi qestî" hat girtin.    Serdozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û li ser dosyayê jî, biryaran nepenîbûnê danî. Hat diyarkirin ku bersûc piştî Dîlan qetil dike xwestiye ku bûyer weke qeza nîşan bide û ji ber vê wesayit qelibandiye.