Çîçek ê hatibû îşkencekirin hat girtin 2020-08-31 16:59:15   AMED - Beşîr Çîçek ê li Amedê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û ji aliyê polîsan ve hatibû îşkencekirin, hat girtin.    Li Amedê, polîs û hêzên taybet di 27’ê Tebaxê de bi ser malan de girtibûn, Beşîr Çîçek ê 30 salî, Vedat Sevîktek û Omer Aktaş jî di nav de 6 kes binçav kiribûn û biribûn Miduriyeta Polîsan a Amedê. 6 kesên li Miduriyeya Polîsan îfade dan, duh bi şev sewqî edliyê hatin kirin. Kesên li dozger îfade dan sewqî dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin.      Dadgehê derbarê Beşîr Çîçek, Omer Aktaş û kesekê ku navê wî nehat zanîn de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û 3 kesên din jî, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    ÇÎÇEK HATIBÛ DERBKIRIN   Ji 3 kesên hatin girtin Beşîr Çîçek, di dema serdegirtina malê de, polîsan ew derp kiribûn, saeta bi dîwêrê malê ve daliqandî şikandibûn û wî bi ser perçeyên cama saetê re dev devkî derêj kiribûn, ji ber vê ser û çavên wî û her dû enîşkên wî di nava xwînê de man. Polîsan di heman demê ji endamên din ên malbatê re gotibûn, biçin ber deriyê avahiya HDP’ê rûnin.