MSD`ê encama civîna bi wezareta Rûsyayê re aşkere kir 2020-08-31 17:05:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê şandeya MSD`ê ya ku çûn Rûsyayê, Hikmet Hebîb, diyar kir ku Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ji wan re piştrast kir ku di proseya siyasî ya qonaxa bê de, e wê piştgiriya beşdariya nûnerên MSD`ê û Rêveberiya Xweser bike û got: "Rayedarên Rûsyayê di wê baweriyê de ne ku beyî beşdariya gelên Sûriyeyê ew ê proseya siyasî bi ser nekeve.”   Piştî MSD`ê û Partiya Vîna Gel peymana lihevkirinê îmze kirin, bi Wezareta Karê Deve ya Rûsyayê re civiyan. Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb têkildarî encamên hevdîtinê, diyar kir ku wan bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re li gorî biryara 2254`an rewşa siyasî û projeya siyasî nirxandin û got: "Di heman demê de aktîfkirina diyaloga Sûrî-Sûrî jî hate nîqaşkirin.”   Hebîb, da zanîn ku wezaretê piştrast kiriye ku ew ê di proseya siyasî ya qonaxa were de piştgiriya beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bikin, çi li ser asta MSD`ê be yan jî li ser asta Rêveberiya Xweser be, li gel vê yekê têkildarî heman mijarê ew ê bi nûnerê neteweyî Non-Pederson û platformên din re bikevin nava diyalogan.    Hebîb, wiha axaftina xwe domand: "Tişta me fêm kir, wezareta Rûsyayê serwert bûye ku li Sûriyê beyî beşdariya gelê Sûriyê ew ê çareseriya siyasî misoger nebe, nexasim ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê beşdar nebin. Lavrov piştrast kir ku ji  mafê MSD`ê ye beşdarî projseya siyasî bibe û heke beşdar nebe ew ê komîteya destûrî ya li Astanayê, Cinêvê yan jî diyalogên têkildarî Sûriyê kêm bimînin.”   Têkildarî xalên din ên ku hatine nîqaşkirin, Hebîb ragihand ku nîqaşa rewşa meydanî û êrişên dewleta Tirk ên di navbera Rûsya û Tirkiye de, hate kirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk hîn berdewam in, nexasim li ser rêya M4`ê, bi armanca sivîlan bike hedef balafirên bêpîlot bi kar tine. Di heman demê de nîqaşa çareserkirina ava Hesekê hate kirin û Rûsyayê soza şopandina vê dozê da.