Di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonan tevli Gola Wanê dibin! 2020-09-01 09:00:23   WAN – Serokê Komeleya Hawirdorê (ÇEV-DER) a Wanê Alî Kalçik anî ziman ku di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonê tevli Gola Wanê dibin û got, heger xwedî lê neyê derketin piştî wextekê wê bibe ritam.    Gola Wanê bi xetereya qirêjbûnê re rû bi rû ye. Sedema herî mezin a qirêjbûnê jî bermayiyên qenalîzasyona ne. Serokê Komeleya Hawirdorê (ÇEV-DER) a Wanê Alî Kalçik anî ziman ku di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonê tevli Gola Wanê dibin û got, heger xwedî lê neyê derketin piştî wextekê wê bibe ritam. Her wiha Kalçik, diyar kir ku herî zêde jî şaredariyên li qeraxa golê zirarê didin golê.   Kalçik, da zanîn ku li derdora Gola Wanê milyon û 200 hezar mrov dijîn û got, ji ber ku bermayiyên qenalîzasyonan bi awayekî rêk û pêk nayên dawerivandin di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayî tevli golê dibin.    HEGER TEVDÎR NEYÊ GIRTIN WÊ BIBE RITAM    Kalçik got: "Çi yekser çi jî neyekser rojê 58 hezar û 600 metrekup bermayiyên malî û qenalîzasyonê tevli Gola Wanêd ibin. Heger werê dewam bike û tevdîr neyên girtin, Gola Wanê wê di nêz de bibe ritam."Kalçik, diyar kir ku 19 jê mezin nêzî 100 co tevli Gola Wanê dibin û got, bermayiyên malî û qenalîzasyonê yên ji van coyan tên jî qirêjiya golê zêde dıkın.    Serokê ÇEV-DER'ê Kalçik, anî ziman ku saziyên fermî yên li qeraxa golê jî golê qirêjî dikin û got, divê ev sazî ji wir bên rakirin.    Kalçik anî ziman ku peywireke sereke ya dewletê jî parastina peravan e û got: "Ji ber ku Gola Wanê golek girtî ye, coyên tên tevlê dibin pîstiyê jî bi xwe re tînin. Li seranserê qeraxa Gola Wanê gelek saziyên dewletê hene. Peywira dewletê parastina peravan e, ne binpêkirina qanûna ye. Qanûn pir aşkere ye, di dema şer de jî li qeraxên behran avahî nayên çêkirin."    Kalçik, diyar kir ku demildest divê Qanûna Parastina Taybet a Gola Wanê bê çêkirin û got, heger qanûnek bi vî rengî bê çêkirin wê pêşî li ber qirêjbûnê bê girtin. Her wiha Kalçik got, divê şêniên bajêr di qanûneke werê de israr bikin.   'EV BAJAR, EV GOL A ME YE'   Şêniyê bajêr Serhat Demîr jî got: "Gava em li peravêb bajarên din dinêrin, bixwe ez didexisim. Li rojavayê welêt perav paqij in, lê kes guh ande van dera. Heger Gola Wanê li bajarekî din bûna, wê pir paqij bûna. Em bi qîmeta gola xwe nizanin." Demîr, destnîşan kir ku helbet sedem qirêjbûna golê tenê ne gel e û got: "Her wiha fabrîkeyên çîmentoyan û kargehên taybet ên li qeraxa golê jî bermayiyên xwe dirijînin golê. Tiliya van kargeh û fabrîqeyan jî tê de heye. Ev bajar, ev gol a me ye. Ji kerema xwe bila her kes bi hesasiyet tev bigere."