Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek 2020-09-01 09:01:08 STENBOL -  Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku ligel şert û mercên tecrîdeke giran jî tu carî rêwîtiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê neqediyaye û got: "Mifteya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek."    Îro 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Lê belê destpêkê Rojhilata Navîn û bi giştî jî tevahiya welatan wê di şert û mercên şerî de 1'ê Îlonê pêşwazî bikin. Her wiha li Tirkiyeyê jî ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd bi milyonan kes bi hesreta aştiyê ne û ev hesret û bîrî her diçe zêde dibe. Têkildarî çareserkirina pirsgirêkê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan e ji bo aştiyê tevdigere, lê belê heya niha tu carî hewldanên wî yên ji bo aştiyê nehatine bersivandin.    Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, ji bo Ajasa Mezopotamyayê rêwîtiya Ocalan a ji bo aştiyê nirxand.    HEWLDANÊN OCALAN ÊN JI BO AŞTIYÊ    Bîlmez, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka aştiyê tenê ne ya kurdan, a hemû gelan e û got, Ocalan ji bo aştiyeke mayinde 30 sal in tevdigere. Bîlmez, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandoreke neynî li tevahiya gelan dike û got: "Li hêlekê ji ber mirinên ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û li hêla din jî ji ber pereyên ku ji bo şer tên xerckirin krîzeke mezin heye. Her wiha têkildarî vê her diçe xizanî û birçîbûnî jî zêde dibe. Her ku xizanî zêde dibe rêjeya sûcan jî zêde dibe. Şideta li ser jinê, îstismarkirina zarokan zêde dibe."    ASTENGIYA LI BER DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ   Bîlmez, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd ddi heman demê de li pêşiya demokratîkbûyîna dewletê jî astengiyek e û got: "Bi hewldanên Birêz Ocalan, hin agirestên yekalî çêbûn. Bi van agirbestan re li Tirkiyeyê hem di warê aborî de hem jî di warê siyasî de hin geşedanên baş rû dan. Lê belê wexta agirbest bi dawî bûn demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî qut bû. Hema bibêje niha Tirkiyeyê daxilbûna xwe ya nav Yekîtiya Ewropayê (YE) ji rojevê derxistiye. Lewma pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê ye û ev pirsgirêk ne pirgirêkeke 40 salan e. Ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha ev prisgirêk heye. Piştî koamr tê avakirin prisgirêka kurd girnatir dibe. Diviyabû kadroyên ku koma rava kirin biryarek bidana. An wê pirsgirêkên sereke hel bikirana û rêya xwe werê bidomandana, an jî jib o dîzaynkirina civakê wê hewldaneke antîdemokratîk nîşan bidana. Mixabin kadroyên avaker ên komarê, helwesta duyemîn esas girtin û pêk anîn."    Bîlmez, destnîşan kir ku ligel bi dehan komkujiyan jî gelê kurd dev ji heqên xwe bernedaye û got, hîn jî pirsgirêka kurd pirsgirêkeke demokrasiyê ye li çareseriyeke demokratîk û aştiyê digere. Bîlmez, bilêv kir ku piştî PKK derketiye holê ji bo kurdan pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, Ocalan di hevdîtinên xwe yê berê de gotiye: "Ê pirsgirêka kurd afirandiye ne em in. Em tunebûna jî wê PKK hebûna. Wê bi navekî din derketana holê, lê qethiyen wê tevgerek rû bidana. Ji lewar ê pirsgirêk afirandiye ev pergal e û heger Abdullah Ocalan li ber ranebûna, wê hin kesên din rabûna."    GAVA EWIL A JI BO AŞTIYÊ    Bîlmez, bibîr xist ku gava ewil a aştiyê ya Ocalan di sala 1988'an de dest pê kiriye û got: "Ocalan di sala 1993'yan de bi Serokkomar Tûrgût Ozal re bi awayekî neyekser pêwendiyê datîne û di Adara 1993'yan de agirbestê radigihîne. Lê belê di rawestgeha ewil a aştiyê ya Birêz Ocalan de êrîşa ewil dest pêk tê û roja ku dê Serokkomar Tûrgût Ozal efû jî di nav de planeke çareseriyê berpêş bikira hat kuştin. Di vê pêvajoyê de hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê tasfiyekirina alîgirên çareseriyê, rêbazên şerê taybet, provakasyona 33 eskeran û operasyonên dest pê kirin û gelek êrîşên din pûç kirin."    HEWLDANÊN JI BO AŞTIYÊ    Bîlmez, diyar kir ku Ocalan ji sala 1993'yan ve tîne ziman ku pirsgirêka kurdd bi çekê nayê helkirin û got, ji sala 1993'yan ve heya niha 8 caran agirbesta yekalî ragiahndiye û PKK jî bi awayekî erênî nêzî bangawaziyên ji bo agirbestê bûye, lê belê dewletê jî bi şer bersiva wan banagwaziyan daye. Bîlmez, diyar kir ku di sala 1999'an de gava Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin jî dev ji hewldanên xwe uên ji bo aştiyê bernedaye û got: "Gava Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, her kes li bendê bû ku wê şerê tirk-kurdan gurtir bibe. Lê belê Birêz Ocalan gavek wisa avêt ku her kes şaş ma. Bang li PKK'ê kir ku paş ve gav bavêje. Ev bangawazî pêşî li ber Tirkiyeyê vekir û heya 2004'an dewam kir. Lê belê ev hewldanên Ocalan jî hatin hebakirin û dewlet vê pêvajoyê nenirxand."    ‘HER TIM JI BO AŞTIYÊ BANG DIKE'    Bîlmez, anî ziman ku gava AKP bû îqtidar li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê kir û hikûmeta AKP'ê heya sala 2004'an wekî ku pirsgirêka kurd bi dawî bûbe û prisgirêkeke bi vî rengî tunebe hereket kiriye. Bîlmez, destnîşan kir ku lê belê mesele ne wekî ku AKP'ê li gor xwe xêz kiriye û got, daxwaz abi milyonan kurdî nehatiye bersivandin. Bîlmez got: "Piştî sala 2004'an agibest xera bû. Pêvajoya şerî cardin dest pê kir. Lê belê Birêz Ocalan çendî ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de bû jî dev ji hewldanên xwe yên ji bo aştiyê berneda û di ehr firsendê de ji bo aştiyê bang kir. Zor da dewletê ku pirsgirêka kurd di açrçoveyeke demokratîk de bê helkirin. Hewl da îqtidara siyasî li dor maseyê rûnê."    PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ    Bîlmez, diyar kir ku hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê yên ji sala 2006 heya 2001'an cardin hatin binpêkirin û got, lê belê gava di sala 2012'an de li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir cardin hevdtin bi Ocalan re hatin çêkirin. Bîlmez, detnîşan kir ku Ocalan di "Pêavjoay Demokratîk" de ku di navbera sala 2013-2015'an de pêk hat jî ji bo aştiyê pir hewl daye û got, di du salan de li Tirkiyeyê pri tişt guherîn û bia wayekî îzafî be jî li Tirkiyeyê nêvengeke demokratîk rû daye. Bîlmez, bibîr xist ku lê berlê piştî hilbijartina 7'ê Hezîran a 2015'an pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin û got: "Cardin hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê hatin hebakirin û pêvajoya şerî cardin dest pê kir."    Bîlmez, diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye dijwarkirin û piştî tecrîd bi dawî bûye şer jî gurtir bûye. Bîlmez, bibîr xist ku di sala 2016'an de siyasetmedarên kurd dest bi greva birçîbûnê kirine û bi vê re birayê ocalan hevdîtin bi Ocalan re çêkiriye û got, Ocalan di van şert û emrcan de jî ji bo aştiyê bang li dewletê kiriye, lê belê cardin bangawaziya wî bêbersiv hatiye hiştin.    Her wiha Bîlmez bal kişand ser tecrîdê jî û got: "Tecrîd, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Mirov dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Tirkiye demokratîk bibe."    ‘AMADE ME'    Bîlmez, anî ziman ku di sala 2018'an de tecrîda li ser Ocalan girantir bûye û got, Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de jî rêwîtiya xwe ya ji bo aştiyê domandiye. Bîlmez, bibîr xist ku piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê parêzer 5 caran çûne Îmraliyê  û Ocalan di hevdîtinên xwe de destnîşan kiriye ku pirsgirêk bi rêya şidetê nayê çareserkirin, tenê bi rêya diyalogê dikare bê çareserkirin. Bîlmez, destnîşan kir ku Ocalan di van hevdîtinên xwe yên sala 209'an de bilêv kiriye ku ji bo çareserkirinê çi ji destê wî bê wê bike û ji bo vê yekê amade ye. Bîlmez got: "Lê belê dewlet neheqiyeke mezin kiriye û mirovekî ku karibe meseleyê hel bike tecrîd dike."    ‘OCALAN ŞENSEKÎ MEZIN E'    Bîlmez, destnîşan kir ku ji bo aştiyê tu polîtîkayeke dewletê tuneye û got: "Li Îmraliyê tecrîdeke pir giran heye. Zimanê tê bikaranîn, zimanê şidetê, atmosfera heyî ne atmosfera çareeriyê ye. Devera ku Tirkiye ber bi wê ve diçe ne devereke baş e. Tirkiye ber bi nediyariyeke mezin ve diçe. Îqtidara siyasî dên bûye. Êdî divê ev rewş biguhere. Birêz Ocalan ji bo civaka Tirkiyeyê şensekî pir mezin e. Bi peyameke Birêz Ocalan a ji bo aştiyê atmosfera welêt diguhere. Çareserî li Îmraliyê ye û em dikarin bibêjin ku niha aştî li Îmraliyê tê tecrîdkirin."    Herî dawî Bîlmez destnîşan kir ku heger hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin wê bandoreke erênî li her deverê welêt bike û got: "Mifteya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek."    MA / Erdogan Alayûmat - Sadiye Eser