Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin 2020-09-01 10:46:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku Sefaretxaneya Îranê ya li Stenbolê pasaporta aktîvîsta Kurd ê Kirmanşahî Farzaneh Jalalî desteser kiriye. Komeleyê anî ziman ku gumana ku Jelalî bigirin û dersînor bikin heye.  Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, têkildarî rewşa  Aktîvîsta Kurd ê Kirmanşahî Farzaneh Jalalî daxuyanî da û diyar kir ku Sefaretxaneya Îranê ya li Stenbolê pasaporta Jalalî desteser kiriye. Komeleyê da zanîn ku rîska Jalalî dersînor bikin heye. Komeleyê di malpera xwe de daxuyanî da û wiha got: "Jajalî di nava vê mehê de xwest pasaporta xwe nû bike û ji bo vê yekê serî li Sefaretxaneya Stenbolê dabû. Bi hinceta der barê Jaılalî de lêpirsîn û dozên berê heye pasaporta wî desteser kiriye." Komeleyê anî ziman ku bi hinceta der barê Jalalî de lêpirsîn heye ya na ji aliyê dewleta Îranê ve fermah hatiye dayîn.    Komeleyê bibîr xist ku Jalalî di 26'ê Adara 2017'an de li Kirmanşahê ji aliyê ajanên îstîxbaratê ve hatibû girtin û 17 rojan di bin çavan de ma û piştre hikûmetê Jalalî sewqî Kawîşa Jinan a Girtîgeha Kirmanşahê kiribûn. Jalalî di 13'ê Adarê de li hemberî 300 milyon Toman bi kefaletê hatibû berdan.