Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin 2020-09-01 10:56:24 ENQERE  - Polîsan destûr nedan ku welatî beşdarî çalakiya “Xeleka aştiyê” ya HDP’ê xwest li ber Gara Enqerê li dar bixe, bibin. HDP’iyan ji bo 103 welatiyên jiyana xwe ji dest dan, qerenfîl danîn ber Gara Enqerê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê xwest ji bo bîranîna 103 kesên di encama komkujiya bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Gara Enqerê çalakiya “Xeleka aştiyê” li dar bixe. Lê çalakiya HDP’iyan rastî astengî û mudaxileya polîsan hat.   Polîsên ku Gara Enqerê dorpêç kirin, destûr nedan ku welatî beşdarî çalakiyê bibin û rojnamegerên xwestin çalakiyê bişopînin jî, asteng kirin.     Tenê destûr hat dayîn ku parlamenter biçin ber Gara Enqerê. Parlamenterên çûn ber Garê ji bo bîranan kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan,  qerenfîl danin.    Li aliyê din, welatiyên heya Parka Ciwanan meşiyan jî, dirûşmeyên “Bijî aştî” berz kirin.    Hat hînbûn ku welatiyê bi navê Aydin Erdogan di dema meşê de, ji aliyê polîsan ve hat derpkirin û binçavkirin.