DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin 2020-09-01 12:19:12 AMED – DBP bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare dawî li şer bîne û banga bidawîkirina tecrîdê û ji nûve destpêkirina hevdîtinan kir.     Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Daxuyaniya DBP’ê wiha ye: “Di rojek wek îro de jî şer didomin û peşkê li demokrasiyê dixe. Li Rojhilata Navîn şer tê birêvebirin. Li Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hewldan hatin kirin. Lê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi dawî kir. Birêz Abdullah Ocalan dixwest konsepta şer bi dawî bike û aştiyê serwer bike. Lê bersiva hewldana Ocalan bi şer û tundiyê hat dayîn. Di demek wiha de ku şer mezin bûye yê ku dikare dawî li şer bîne birêz Abdullah Ocalan e. Bi dawî anîna tecrîdê wê şer bi dawî bibe. Ji bo dawî anîna vê pêvajoyua bi xwîn pêwîste demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û ji nû ve hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin.”