Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-09-01 13:18:34   STENBOL - Bavê Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Salîm Kaplan, ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Bavê Cîgerê  Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîm Kaplan Davût Kaplan ê 82 salî ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Kaplan li nexweşxaneyekê li Esenyûrtê dihat dermankirin. Cenazeyê Kaplan ji bo definkirinê ber bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve derxistin rê. Salîm Kaplan li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê wefata bavê xwe de agahî da û spasiyên xwe pêşkêşî heval, dost û rêhevalên xwe kir.