Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir 2020-09-01 14:04:18 ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, bertek nîşanî astengkirina çalakiya “Xeleka aştiyê” ya li ber Gara Enqerê da û got: “Polîsan di dema astengkirinê de endamê Meclîsa Partiya me Aydin Erdogan ê 65 binçav kirin û pêl pişta wî kirin”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Enqerê, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, xwestin 103 welatiyên di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Qada Gara Enqerê di çalakiya “Xeleka Aştiyê” de bi bîr bînin. Polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û çalakvan derp kiribûn. HDP’ê û hên demokrasiyê yên Enqerê astengî û mudaxileya polîsan bi dayîna daxuyaniyekê şermezar kirin.     Di daxuyaniya li Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Enqerê hat lidarxistin de, pankarta “Aştî bila niha pêk were” hat vekirin û dayikên aştiyê leçekên xwe yên spî dan serê xwe. Cigerê Hevserokê  Giştî yê HDP’ê Tuncar Bakirhan, parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû, Habîp Eksîk û Abdullah Koç jî di nav de, nûnerên partiyên siyasî yên hevparên HDP’ê û gelek rêveber û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.      ‘ŞERME’   Hevseroka HDP’ê ya Başêr Pakîze Sînemîllîoglû, di daxuyaniyê de axivî û got: “Me xwest em 103 kesên di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gar a Enqerê hatin qetilkirin bibîr bînin. Lê polîsan zext li me kir û bi awayekê bê hiqûq bîranîn asteng kir. Bila neyê ji bîr kirin ku wê rojekê ji bo hemû kesan edalet û aştî pêwîst bike. Evê biçin û em ê qezenc bikin.”   'EMÊ TIM LI QADAN BIN’   Dûre Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, diyar kir ku wan xwest li cihê ku mirovên daxwaza aştiyê kirin û hatin qetilkirin bîranînê li dar bixin û wiha axivî: “Qetilkirina mirovan a li Qada Garê şerma vê dewletê ye. Em di  şert û mercên faşîzmê de dijîn. Em baş dizanîn ku wê ev desthilatdariya ceberut heya dawiyê nemîne. Polîsan di dema mudaxileyê de endamê Meclîsa Partiya me Aydin Erdogan ê 65 salî binçav kirin û pêl pişta wî kirin. Çeke û jopên me tuneye. Polîs bi telsîzên xwe li serê mirovan dixin. Mirovên li vî welatî vê yekê heq nakin. Emê li dijî vê her tim têkoşîna xwe mezin bikin.”