Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike 2020-09-01 14:41:48 AMED - Saziyên sivîl ên civakî di daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê de pirsa “Gelo ji bo ku aştî pêk were, divê çend mirovên din jiyana xwe ji dest bidin?” kir.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan û Înîsiyatîfa Heq bi wesileya 1’ê Îlonê Roja Aşiiyê ya Cîhanê li Şaxa ÎHD’ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serok û nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniya hevpar de Serokê Şaxa ÎHD’ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî.   ‘ŞER Û PEVÇÛN BANDORÊ TEMAMÎ TIRKIYEYÊ DIKIN’   Zeytûn, diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurd nayê çareser kirin 36 sal in şerê çekdarî didome û wiha got: “Şer û pevçûn bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike û dibe sedema tahrîbateke mezin. Di heman demê de pirsgirêkên mafê mirovan û demokrasiyê kûrtir û mezin dike.” Zeytûn, pirsa “Gelo ji bo ku aştî pêk were, divê çend mirovên din jiyana xwe ji dest bidin” kir û wiha bilêv kir: "Em weke parazvanên mafê mirovan naxwazin yek mirov jî jiyana xwe ji dest bide. Pirsgirêka gelê kurd bi rê û rêbazên zext û tundiyan çareser nabe. Pirsgirêka kurd, encax bi mafên welatiyên kurd ku bixin bin temînata Makeqanûniyê û bi pêkanîna heq û edaletê çareser bibe.”   ‘DIVÊ RAYEDARÊN DEWLETÊ GUH BIDIN DAXWAZAN’   Dûre ji Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan Serkan Delîdere bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku di girtîgehan de tên kirin û wiha got: “Mixabin em dibin şahidê çalakiyên Aytaç Unsal, Ozgur Karakaya û Dîdem Akman ên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê. Em dixwazin van çalakiyan tim bikin rojev lê mixabin rayedarên dewletê van hewldanên me asteng dikin. Ji daxwazên kesên ku ji bo daraza adil ketine çalakiyên greva birçîbûne re guhên xwe digirin. Divê rayedaren dewletê guh bidin daxwazên van kesan.”