Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan 2020-09-01 15:08:42 STENBOL – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li dijî şer ji bo aştî pêk were her kesî vexwindin berpirsiyariyê û laçikên xwe avêtin erdê.    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Meydana Barbarosa Beşîktaşê daxuyanî dan çapemeniyê.    Behiye Dûman li ser navê dayikan axivî û diyar kir ku 20 sal in ew li dijî şer aştiyê qîr dikin û daxwaz dikin û ew ê qet dev ji vê daxwazê bernedin. Dûman da zanîn ku ji roja Komar ava bûye heta niha ji ber ku kurd tên înkarkirin karesatên giran li ser axa me pêk hat û 40 sal in şer didome û her ku diçe girantir dibe.    ‘PEYMANA DOLMABAHÇEYÊ HAT JIBÎRKIRIN’    Dûman da zanîn ku bi deh hezaran însan ji ber şer jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran însan bi cezayên giran rûbirû mane û di girtîgehan de ne û bi milyonan ji warê xwe bûn. Dûman got hem ji bo kurdan û hem jî ji bo tirkan rûxandinên mezin qewimîn û ji tecawizê bigire heta krîzên aborî ji ber polîtîkayên şer pêk tên. Dûman bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’an de dest pê kir û di navbera şandeyan de Peymana Dolmabahçeyê ya hatibû îmzekirin hatiye jibîrkirin û ev bû sedema ji nûve şer gûr bibe.    ‘NAVNÎŞAN DIYAR E’    Dûman da zanîn ku piştî şer destpêkirin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayek girankirî tê tecrîdkirin û komkujî pêk hatin, bajar hatin hilweşandin, hewldana darbeye pêk hat û li hundir û derve li her deverê şer hatiye ragihandin û şer diqewime. Dûman ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan wek navnîşanê da nîşandan û got ew bang li raya giştî hemû dike ku rê li şer bigirin û rê li ber aştiyê vekin. Dûman ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê her kesî vexwend berpirsiyariyê û dixwazin ku îradeya xwe nîşan bidin.    LAÇIKÊN XWE AVÊTI NERDÊ    Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê laçikên spî ku remza aştiyê ne û ku dema diavêjin erdê dawî li dijminatiya du aliyan tîne, îro jî wek wê rabaza berê laçikên xwe avêtin erdê û xwestin şerê navbera aliyan biqede û cihê xwe ji aştiyê re berde.  Dayikan piştê demek kurt laçikên xwe ji erdê rakirin û birin li serê dîrekên ji bo platforma pîrozbahiya 30’ê Tebaxê çêkiribûn daliqandin.    Pişt re çalakiya dayikan bi dawî bû.