Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e 2020-09-01 17:27:43   STENBOL - Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay ê ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ew kir hedefa xwe, diyar kir ku Soylu 'Serokê Çeteyan ê pergala mafyatîk' a ku rejîma AKP'ê ava kiriye ye û wiha got: “Em hêj alîgirê Îpek Er in, Wezîr Soylu jî hêj aliyê Musa Orhan e."    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û parlamenterê Hatayê Bariş Atay, 2 roj berê di hesabê twîtterê de, li ser niqaşên tecawizkar Musa Orhan ê bû sedema Kuştina Îpek Er; bû hedefa êrîşên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu. Soylu li ser hesabê xwe yê twitterê Atay kir hedef û piştî çend saetan di saetên şevê de komek nijadperest li Kadikoy a Stenbolê êrîşîe Atay kirin. Piştî êrîşê Atay bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay, Parlamenterên HDP'ê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê, Parlamenterê Serbixwe Ahmet Şik û gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Komê di daxuyaniyê de pankartên “Bariş ê gel e", “Em li ku mabûn?" vekirin. Komêdisa dowîzên “Bijî piştevaniya şoreşgerî", “Li dijî rejîmê bibin yek û têkoşînê bilind bikin" rakirin û dirûşmeyên “Li dijî Faşizmê mil bidin mil" û “Bijî piştevaniya şoreşgerî" berz kirin. Endamê TÎP Melis Akyurek, daxuyanî xwend û anî ziman ku êrîşa li dijî Atay êrîşek bi organîze ye. Akyurek, anî ziman ku her çendî nasnameya êrîşkaran aşkere nebûbe jî dizanin ku fermana êrîşê ji kê stendine û wiha got: "Berpirsiyarê êrîşa li dijî hevalê me Bariş Atay wezîr Suleyman Soylu ye. Suleyman Soylu memûrekî hatiye tayînkirin û bi gotinên ketî êrîşî parlamenterê hilbijartî dike. Di salên ku Soylu bûye xwedî peyvirdar kuştina jinan zêde bûye. Tacîz û tecawiz zêde bûye. Bersûcê tecawiz û kuştina Îpek Er Musa Orhan e. Suleyman Soylu jî aşkere piştgirî daye wî. Em bi dengekî bilind ban dikin, Suleyman Soylu, parazvanê tecawizkar, kujer û dijminê jinan e."    Parlamenterê TÎP'ê Barış Atay, hemû kesên piştgirî dan wî spas kir û got: "Piştevaniya derket holê mînakek gelek girîng e. Em bi vê piştevaniyê tiştekî din aşkere dikin. Em nişan didin ku kem bi hêz in. Em hêj li ser piyan in.  Soylu 'Serokê Çeteyan ê pergala mafyatîk' a ku rejîma AKP'ê ava kiriye ye. Em hêj alîgirê Îpek Er in, Wezîr Soylu jî hêj aliyê Musa Orhan e. 18 salin rejîma AKP'ê pergala mafya pêş xistiye. Soylu Serokê Çeteyên ku AKP'ê ava kiriye ye."     BAŞ: EMÊ ŞAH DAXIN   Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, jî anî ziman ku ew dê li dijî êrîşan bêtir xwe bi hêz bikin û wiha got: "Êm ê te ji wê qoltixê daxin. Ew dizanin êdî winda dikin û tune dibin. Ji ber dizanin winda dikin êrîşên xwe zêde dikin. Em ê şah ji wê koltixê daxin. "