'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin' 2020-09-02 08:10:06  AMED/STENBOL - Bi minasebeta 1'ê Îlonê HDP'ê û rêxistinên civakî li Amed û Stenbolê "Zincîra Aştiyê' li dar  xistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven anî ziman ku meseleya aştiyê ne tenê meseleya ya kurdan e û xwest hemû kesên aştî û demokrasiyê bibin yek û li dijî parçebûnê derkevin. Li Stenbolê jî bi sedan kes kom bûn û xwestin ji bo aştiya mayinde deriyê Îmraliyê vekin.  Bi vesîleya 1'ê Îlonê, rêxistina KCD, HDK, HDP, DBP û gelek rêxistinên civakî li Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Antalya û gelek navendên din çalakiyên cuda li dar xistin û daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi minasebeta vê rojê li 8 bajaran çalakiya "Zincîra Aştiyê" pêk anîn. Polîsan li gelek deveran çalakî asteng kirin. Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê "Zincîra Aştiyê" ava bike. Lê polîsan çalakî asteng kir. Polîsan qad û parka li dora Sûrê bi bariyeran girt û nehişt girse li dora Sûrê 'Zincîra Aştiyê' pêk bîne. Polîsan bi hinceta pandemiyê çalakî asteng kir. Girseya ku kombûyî bi dirûşma "Bijî berxwedan", "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" û "Zext û zordarî li hemberî têkoşîna me nabe asteng" bertek nîşanî astengiya polîsan da. Ligel astengiyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven axivî.   'DIVÊ HER KES LI DIJÎ PERÇEBÛNÊ DERKEVIN'   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku aştî meseleyek cîhanî ye û got: “Gelo çima ji dengê me ditirsin, ji ber ku heke dengê me derkeve wê demê gel dê bikeve qadan. Ji vî helwestê ditirsin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin em ê gelê vî welatî ne. Li hemberê hêza gel kes nikare tiştekî bike. Em dibêjin êdî ji bindestiyê re bes e. Li çar parçeyên Kurdistanê de em bi ziman û nasnameya xwe jiyana xwe dixwazin berdewam bikin. Meseleya aştiyê ne tenê meseleya kurdan e. Meseleya cîhanê ye. Banga me ji sazî û partiyên Kurdistanê re jî ye. Niha firsedek dîrokî derketiye holê. Ji sed salî carek ew firsed derdikeve dest. Niha ev firsed jî yekitiya îtifaka kurdan e.”   ‘AKP ÊDÎ TÊK ÇÛYE'    Leyla Guvne, destnişan kir ku divê êdî ji berjewendiyên re bêjin na û tîfaka xwe pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşeroja gelê xwe werin cem hevdû. Vê carê kes nikare çarenûsa me binivîse. Em ê çarenûsa gelê xwe bi xwe binivîsînin. Ji bo vê yekê jî bi minasebeta vê rojê ya roja aştiyê bila hêzên kurd bi hev re şer nekin. Hêzên kurd bila werin cem hevdû û vê firsedê neborînin û bila binirxînin. Ez carek din ji hevalên girtîgehan re yên aştîxwazan re dibêjim ku “aştî nêzik e”. Em hêz ji hevdû digirin. Wê AKP’ê êdî têk çûye. Di her aliyê de têkçûna wan ber çavan e. Ew dixwazin me parçe bikin. Niha jî xeleka me ya aştiyê parçe kirin lê em ê bibin yek û nehêlin ew me parçe bikin.   STENBOL: DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN   Rêxistinên HDK, HDP, ESP, SGDF û rêxistinên civakî ji bi heman armancê li pêş Operaya Sureyya ya li Kadikoyê "Zincîra Aştiyê" ava kirin. Ji ber Walîtiya Stenbolê çalakî li dar xist nûnerên rêxistinan li vir bi tevlêbûna sedan kesan daxuyanî dan. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, parlamenterên HDP'ê û rêveberên navendî yên HDP'ê, Nûnerên ESP, SGDF û gelek endam û rêveberên din tev li çalakiyê bûn. Bi sedan kesên tev li çalakiyê bûn çarikên xemrî û spî rakirin. Dîsa girsê di çalakiyê de berdilkên “Em hemû bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biparêzin" li xwe kirin.    Girsê di çalakiyê de pankartê li ser bi gelek zimanan “Aştî" û “Bêyî Edaletê aştî pêk nayê" nivîsîn vekirin û dowîzên “Ji bo wekheviyê  aştiya demokratîk û adil a bi rûmet" û “Ji Emperyalizmê re şer, ji gelan re aştî" û “Em hemû bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biparêzin" rakirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Ji şer re na, aştî heman niha" berz kirin.    Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci, anî ziman ku ji bo aştiyê li hev kom bûne û wiha got: "Îro em dibînin ku tenê çareyek heye. Ew jî aştî ye. Dema diyaloga di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de pêş diket, hat dîtin ku tenê çareserî aştî ye. Em bang li îqtîdarî dikin. Aştî nayê cemidandin. Divê bi lez dest bi diyalog û muzakereyan bikin. Aştiyek mezin bînin vî elatî."      Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu jî anî ziman ku di bin siya şer de herî zêde jin tên kuştin û girtin û wiha got: “Bloka AKP-MHP'ê ji têkoşîna jinan ditirse. Ditirsin ku jin aştiyê bînin cîhanê. Ditirsin ku xeta sêyemîn bi ser bikeve.    OCALAN BÛ HÊVΠ   Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca jî anî ziman ku teqez dê aştî bê vî welatî û wiha got: "Em carek din dubare dikin pêvajoya çareseriyê ku di sala 2013'an de dest pê kir ji bo hemû gelan bû hêvî. Birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hevî. Ji bo dayikên ku li hestiyên zarokên xwe digerin bûn hevî. Niha li şûna aştî û azadî bê axaftin, şer gûr dikin. Birêz Ocalan got 'Ez ê di hefteyekî de vê meseleyê çareser bikim' Ji ber vê yekê divê tecrîdkirina Ocalan rakin. divê guh bidin banga Birêz Ocalan. Îmralî mifteya çareserî û aştiyê ye."