Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man 2020-09-02 09:00:33     ŞIRNEX - Di ser anonsa "Qedexeya derketina derve heta fermaneke duyemîn hat îlan kirin" a ku ji bo Cizîrê destpêka roja qiyametê bû, 5 sal derbas bûn. Di dema qedexeya derketina derve ya yekem de ku 8 rojan berdewam kir, 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û navenda bajêr bi rojan hatibû gulebaran kirin. Di  ser qedexeyan re 5 sal derbas bûn, lê hîna jî dozên ji bo kesên di dema qedexeyê de hatine kuştin de tu encam nehatine girtin.    Di ser qedexeyên derketina derve yên li Cizîr a Şirnexê hatibûn îlankirin 5 sal derbas bûn. Gava ragihandina qedexeyê ji hoparlorên Şaredariya Cizîrê hatibû bihîstin, piştî demekê şebeke hatibûn qutkirin û înternat hatibûn birîn. Dema ku navenda bajêr ji her alî ve hatibû dorpêçkirin, tank û wesayîtên zirxî li girên serdest ên bajêr hatibûn bicihkirin. Ketin û derketina navçeyê hatibû qedexekirin.    Piştî îlankirina qedexeyan taxa Cudî, Nur, Sur û Yafesê bi çekên giran hatibûn bombebarankirin. Di pêvçûn û êrîşên 8 rojan de, pitik û kal jî di nav de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Destûr nehatibû dayîn ku li navçeyê ku nifûsa130 hezar e, gel hewcedariyên xwe yên sereke peyda bikin. Balkêş bû ku piraniya kesên di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan ew kes bûn ku yan diçûn baxçeyê xaniyên xwe an jî avê ji mala cîranên xwe bînin da ku pêdivîyên xwe yên rojane peyda bikin.    Li ser qedexeyan 5 sal derbasbûn, lê hîna jî li taxên Cudî, Nur, Yafes, Sur şopên guleyan hene. Di dema qedexeyan de 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birindar bûbûn.    Kesên ku dema qedexeya yekem de jiyana xwe ji dest dabûn navên wan wiha ne: Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Gadban (Xetban) Bûlbûl (78), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahîr Yaramiş (35 rojane ye), Cemile Çagirga (13), Osman Çagli (18), Îbrahîm Cîcek (80), Meryem Sûne (53), Ozgûr Taşkin (17), Seyît Eşref Erdîn (59), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edin (35), Mehmet Sait Nayci (17), Selman Ağar (10), Bünyamin İrci (14), Mehmet Dokmen (71), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û  Şahîn Açik (70) jiyana xwe ji dest da. Ji van kesan 5 jê di dema qedexeyê de hatibûn definkirin 16 kes jî piştî qedexeyê bi merasîmeke bi beşdarbûna deh hezaran kes hatibûn definkirin.   Her wiha di dema merasîma cenaze de, ji bo pitikê 35 rojî Mihemedê ku hîna nasnameya wî nehatibû amadekirin jî bûbû cihê bertekên mezin.    DOSYAYÊN KU HATIN VEKIRIN  BÊ ENCAM MAN    * Haci Ata Borçîn (70): Li kolana Alîbeyê di dema teqînan de qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê dosyaya Borçîn de biryara ‘Neşopandinê’ hatiye dayîn. Di lêpirsîna de, hat destnîşankirin ku Borçîn bi hawakî xwezayî miriye û "tu qisûr" tuneye. Dosya niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) e.    * Gadban (Xetban) Bûlbûl (78) : Bulbul, di dema qedexeya derketina kolanan de di encama qeyran dil de jiyana xwe ji dest dabû. Pişt re der barê karmendên giştî de biryara “ Peyvira xwe xerab bikaranîne” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dosya bi “Neşopandinê” hat girtin. Dosya li AYM'ê ye.    * Osman Çaglî (18) : Di dosyeya lêpirsînê ya Çagli de ku tê de îfadeyên şahidê nepenî hatine bicihkirin, biryara “Neşopandinê” hatiye dayîn. Tê îdiakirin ku Çaglî "endamê rêxistinê" ye û di encama şerê çekdarî de jiyana xwe ji dest daye. Dosya li AYM’ê ye.    * Ozgûr Taşkin (17): Taşkin, dema diçe mala nasên xwe tê gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dide. Dosya bi “Neşopandinê” hatiye girtin. Îfadeyên şahidê nepen "Pamuk" wekî hinceta neşopandina biryara mirina Taşkin hatine dîtin. Taşkin xwendekarê pola 11’an bû. Tê îdakirin ku Taşkin di şerê çekdarî de jiyana xwe ji dest daye. Dosya li AYM’ê ye.    * Zeynep Taşkin (18) Taşkin dema ku bi pitikê xwe yê di hembêza xwe de derdiketiye derve hatiye kuştin. Pitikê wê birindar bûbû. Ji wê rojê heta niha dosyaya Taşkin vekirıye. Ji bo lêpirsînê ku tê de îfadeyên şahîdên bûyerê hebûn, biryara “Lêgerîna Daîmî” hatiye dayîn.    * Maşallah Edîn (35): Dosya Edî hîn jî vekirî ye. Ji bo dosyeya Edîn jî biryara “Lêgerîna Daîmî” hatiye dayîn.   * Mehmet Saît Naycî (17): Dosya Nayci yê ku di encama gulebarana  ji wesayîta zirxî vebû birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû. Di dosyaya ku tê de gelek rapor hene, vegotinên şahidên bûyerê hene. Dosye li AYM’ê ye.    * Mehmet Dokmen (71): Lêpirsîna derheqê mirina Dokmen de hatibû vekirin hîna jî vekiriye.    * Şahîn Acik (70): Ligel giliya keça Acik lêpirsîn bi “Neşopandinê” encam girt.  Di mirina Acik ê  ku encama krîza dil derbaskiribû û nehiştibûn bibin nexweşxanê “qusur” nehatibû dîtin. Dosya barkirin li AYM’ê ye.    * Saît Cagdavul (19): Çagdavul hatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Laşê wî bi rojan li mizgeftê hatibû hiştin. Dosyeya wî hîn jî berdewam dike.   * Muhammed Tahîr Yaramuş (35 rojî bû): Di lêpirsîna der barê wî de bıryara nehaşopandınö hatıye dayin. Der barê biryarê de îtîraza ku hatî kirin jî hat redkirin. Dosya li AYM’ê ye.    * Cemîle Çagirga (10): Li ber deriyê mala xwe hatibû kuştin û cenazeyê wê b rojan di sarincê de hatibû hiştin. Di lêpirsîna der barê kutina wê de "Biryara Lêgerîna Daîmî" hatiye girtin.   * Seyît Eşref Erdîn (59): Edîn dema ku li ber deriyê mala xwe rûniştibû hatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Edîn 2 rojan li malê hatibû hiştin. Dosyaya Edîn hîn jî vekiriye. Di dosyayê de tu pêşketinek tune ye.    * Selman Agar (9): Di lêpirsîna de "Biryara Lêgerîna Daîmî" hatiye dayîn.    * Bahattîn Sevînîk (50): Der barê dosyeya Sevinikê ku li ber mala xwe hat gulebaran kirin de tu agahî nehatin girtin.   * Mehmet Erdogan (75): Der barê mirina Erdogan de “Biryara Lêgerîna Daîmî” hatiye dayîn. Erdogan bi gotina” Ez pîr im, dê kes tiştek bi min neke” ji malê derketibû û hatiû gulebarankirin. Erdogan li cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest dabû. Faîlên Erdogan nehatin dîtin.    * Îbrahîm Çîçek (80): Çiçek, nexweş bû û xizmên wî nikaribûn wî bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Der barê dosyeya wî de tu agahî bi dest neketin.    * Meryem Sûne (53): Di dosyeya Sûneyê de “Biryara Lêgerîna Daîmî” hatiye girtin. Sûne, dayika 7 zarokan bû û laşê wê di nava cemedê de hatibû sekinandin.    * Suphî Saral (50): Der barê dosyaya Saral de yê ku dema diçû alîkariya Sevînîk bû hedefa guleyan, agahî nehatin girtin.   * Bûnyamîn Îrcî (14): Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê dosyeya Îrcî de biryara "bêrayetî" girtiye. Dosye li AYM'ê ye.    Dema Îrcî hewl dide ji amojna xwe re avê bibe, tê gulebarankirin û jiyana xwe j dest dide. Bavê Bûnyamîn Îrcî, Tarik Îrcî got:” Kurê min ligel min dixebitî. Dema ku bûyer qewimî apê wî li Iraqê dixebitî û ew jî ji bo ku ji amojna xwe re bibe alîkar, li cem wê dima. Dema ku av jê re dibir, hat qetil kirin.”    ‘EM DIXWAZÎN BERPIRSYAR BÊN DÎTIN’   Îrcî, xwest ku kiryar bên dîtin û got: "Me doz vekir. Ligel vekirina dozê tene carekî îfadeyê me hat girtin. Kesekî ji me tiştek nepirsî. Berpirsyar kî ne, em dixwazîn derbikevin holê. Ev 5 sale xew nakeve çavê min. Em dixwazin berpirsyar bên darizandin.”    MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can