Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin 2020-09-02 09:00:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Wargeha penaberan a Mexmûrê 13 meh in di bin ambargoya PDK’ê de ye. Têkîldarî ambargoyê Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Mexmur Saît Çomlek axivî. Çomlek diyar kir ku ji bo bidawîkirina ambargoyê wan li Silêmaniyê hevdîtin dane destpêkirin û got, wê hevdîtinên wan li Iraqê berdewam bikin.    Wargeha  penaberan a Mexmûr a ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye, ev saleke di bin ambargoya PDK’ê de ye. Ji ber ambargoyê şêniyên ambargotê di warê pêdiviyên jiyanî de zehmetiyan dikişînin. Pêdiviyên tibbî û tenduristiyê jî li ber xelasbûnê ne. Ligel ku şewba vîrusa corona (Covît 19) li hemû cîhanê belav bûye û bi deh hezaran mirov dimirin jî pêdiviyên tenduristi û tibbî yên kampê nayên peydakirin. Li Mexmûrê jî ji xeynî qedexeya derketina derve tevahiya kampê di bin ambargoyê de ye. Ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî yên wekî zexîre û tenduristiyê peyda bikin.    Piştî di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin, ambargoya li Mexmûrê dest pê kir û 13 meh in bênavber didome.    Kamp ji sala 1998’an heta niha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Her çend NY berpirsiyarê xizmeta tenduristî, perwerde û zexîreyan e jî, ev yek nayê kirin. Şêniyên kampê di nava xwe de meclis ava kirine û her tişt ji aliyê meclisê ve tên temînkirin. Welatiyên Mexmûrê heta beriya ambargoyê li Hewler, Sileymaniyê, Duhok û Zahoyê kar dikirin û debara xwe dikirin. Lê ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heta niha salek e ambargo li ser Mexmûrê ye. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi balafirên şerî Mexmûr bombe kir û 3 jin hatin kuştin.    Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Mexmur Saît Çomlek, der barê ambargoyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘REWŞA NEXWEŞAN GIRAN BÛ’   Çomlek, anî ziman ku armanca ambargoyê perçekirina wargehê ye û got: "Di rojên ewil de ambargoyê pêşiya bêkariyê vekir. Welatiyên ku diçûn Hewlerê kar dikirin, niha ji ber ambargoyê nikarin biçin. Vê yekê jî bi xwe re pêşiya bêkariyê û pirsgirîkên aborî vekir. Her wiha qada tendûrîstiyê jî bi aweyeke neyînî bandor kir. Kesên ku nexweşiyên wan heyî ji ber ku nedikarî biçe Hewlerê, rewşa wan giran bû. Beriya ambargoyê ev mirov diçûn Hewlerê tedawî dibûn. Lê piştî danîna ambargoyê çûyina Hewlerê hat qedexe kirin.”   ‘DIVÊ EM TÊRA XWE BIKIN’   Çomlek, diyar kir ku ji bo ku aliyê Musulê bê vekirin wan hevdîtin pêk anîne û wiha pê de çû: "Ji bo ku rêyên ji aliya Musul û Guwêr bên vekirin daxwaziyek me çêbû. Ji ber ku ji bo vekirina riyên Hewlerê êdî hêviya me nema. Nexweşên me bimirin jî,bi şewbê bikevin jî destûr nayê dayîn ku em biçin Hewlerê. Ji ber vê jî ji bo vekirina riyan me bi hîn kesên din re hevdîtin pêk anî. Ji aliyê Musul û Guwêrê çend rê hatin vekirin. Ji me re gotin’Ger ku nexweşên we yên bi şewbê ketin hebin, hûn dikarin binin’ Lê tişta ku li vir ji me re pêwîst ewe ku em têra xwe bikin. Dibe ku pêdivîyên  aborî yên zêde çêbibin. Lê bi pêşketina afirineriyê em dikarin bi van pirsgirîkan re jî tebikoşîn. Hêza me têra dike. Heta ku ji destê me tê em bi derfetên xwe dê nexweşên xwe tedawî bikin.”    AMBARGO WÊ BIKEVE ROJEVA PARLEMENTOYÊ   Çomlek, anî ziman ku PDK bi fermana Tirkiyeyê ambargoyê dirêj dike û got: "Qedexekirina çûyina Hewlerê em bi neyînî bandor kirin. Bi hezaran mirov wargehê de di bin tecrîtê de ne. Ji bo ku kêmkirin û tunekirina vê rewşa neyînî em çûn Silêmaniyê. Wekî Komîteya Dîplomasiyê me li Silêymaniyê xebatek da destpêkirin. Li gel komek ku ji 5 kesan pêk dihat em çûn Silêmaniyê. Li wir me xebateke berfireh rêvebir. Ev xebata heta 13 rojan berdewam kir. Me bi rêxistinên sîvîl ên civakî hevdîtin pêk anî. Roja ewil me bi tevgera GORAN û YNK’ê re hevdîtin çêkir. Di van hevdîtinan de hemûyan nêrînên xwe û helwesta xwe anîn ziman. Ji me re gotin ku ew ne bi PDK’ê re ne û gotin ku helwesta PDK’ê şexsî ye. Gotin li hemberî ambargoyê ew jî bi bertekin û li hemberî ambargoyê ne. Me heta niha wisa dizanî ku ev ambargo biryareke giştî ye. Lê li gel hevdîtinan em hîn bûn ku, ev biryar tenê biryara PDK’ê ye. Em qanih bûn ku ev biryar,biryara PDK’ê û Tirkiyeyê ye. PDK nikare beriya Tirkiyeyê biryar bide. Ji ber ku biryarên wan jî,armancên wan jî hemanin. Di encama hevdîtinan de hemû partî û rêxistinên civakî yên sîvîl gotin ku ew ê ambargoyê  di parlementoyê de jî bikin rojeva sereke.”    ‘JI BO ŞIKANDINA AMBARGOYÊ WÊ LI IRAQÊ JÎ HEVDÎTINAN PÊK BININ’   Çomlek di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hevdîtinên wan yên Silêmaniyê bi dawî bûne û wiha dom kir: "Hevdîtinên me yên Silêmaniyê bi dawî bûn. Ji bo bi dawîkirina vê ambargoyê em ê li İraqê jî hevdîtinan pêk bînin.Li Silêmaniyê hevdîtinên me erenî derbas bû. Em ê bi heman daxwaziyê li İraqê jî xebatan bidin destpê kirin. Ji bo şikandina ambargoyê wê xebatên me yên bi vî awayî bidomin.”    ‘DIVÊ TU KURD BÊDENG NEMÎNE’   Çomlek, di dawiya axaftina xwe de Çomlek bang li hemû gelê kurd kir ku li dijî ambargoyê bêdeng nemînin û ev tişt gotin: "Li gorî PDK’ê û Tirkiyeyê sedem çi be,bila bibe ev ambargoye nayê qebûl kirin. Ji ber wê jî divê helwesta hemû cîhanê li hemberî vê ambargoyê zelal be. Divê gelê kurd vê baş bizane ku 12 hezar mirov 13 mehin di bin ambargo de ye. Divê vê bizanibe û li hemberî vê helwesta xwe aşkere bike. Dixwazin bi birçîbûnê me terbiye bikin. Dixwazin vîna me teslîm bigirin. Ev rêbaze rêbazeke kevne. Lê wê encam negire. Helwesta PDK’ê ne kurdewariye,dijberî dijminahiyê dike. Ji ber wê divê gelê kurd  li hemberî vê ambargoyê bêdeng nemine.”    MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can