Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike 2020-09-02 09:01:10 WAN - Xwişk û birayên hev Şehrîban û Erkan Ozkoy ku li quntarên Keleha Wanê çandiniyeke organîk dikin, zebzebên çandine lis er dezgeha ku nêzî erdê wxe vedane difiroşin. Her wiha ên bixwazin dikarin li nava baxçe dikarin bi destê xwe zebze berhev bikin.  Xwişk û birayên hev Şehrîban û Erkan Ozkoy ku 12 sal in çandiniyê dikin, berên organîk datînin û pê debara xwe dikin. Xwişk û birayên hev ku li quntarên Keleha Wanê çandiniyê dikin, ji ber ku berên organîk difiroşin mirovan kêfxweş in. Her wiha her du xwişk û bira li ber erdê xwe dezgehek jî evdane û li ser vî dezgehî berên ku çandine difiroşin. Erkan Ozkoy, anî ziman ku berên organîk hem ji hla tenduristiyê ve baş in hem jî bitahm û ekl in.    Ozkoy got: "Me di biharê dest bi çandiniyê kirin û niha jî em berhev dikin. Piştî tahb û kedeke mezin niha jî em ehqê keda xw ebi det dixin. Em berên wxe berhev dikin û li ser dezgehê xwe difiroşin. Niha em 10 kes li vê derê dixebitin."    ÇANDINIYA ORGANÎK    Ozkoy, bilêv kir ku berên wxe rojane berhev dikin û taze ne. Ozkoy, anî ziman ku kesên dibihîsin ew berên organîk difiroşin ji nav bajêr tên ji cem wan distînin û got: "Heta gelek caran jî mirov tên nav erd bi destê xwe berhev dikin. Berê me tenê em li ciheî datanî, niha em li sê cihan datînin. Li nav vî erdê 5 cureyên îsotan, xirtik, petêx, pîvaz, roqe, xiyar, bexdenûz û hêşînahî ûz ebzeyên din hene. Em hemûyan li vê derê difiroşin. Em ên mayî jî didin fêkîfiroş û zbezefiroşan."    Ozkoy, destnîşan kir ku divê ehr kes berê xwe bid çandiniya organîk û dewlet jî piştgiriyê bide cotkaran.   'DIVÊ JIN DAXILÎ HILBERÎNÊ BIBIN'    Şehrîban Ozkoy jî destnîşan kir ku ji çandiniyê pir hez dike û got, berên ku ew datînin hemû organîk in.    Ozkoy, bilêv kir ku tovên xwe jî bixwe berhev dikin û got: "Ez hez ji axê û çandiniyê dikim. Ev kar, karine ku ked û tahb divê. Ez heya dawiya meha Îlonê jî li nav erd dixebitim. Bi pereyê ku bi dest min dikeve jî pêdiviyên zarokên xwe dikirim. Divê jin daxilî nav hilbrînê bibin."