Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye 2020-09-02 09:30:11 STENBOL – Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku siyaseta heyî û çarçoveya heyî ya polîtîk nikare ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe bersiv. Tahmaz, destnîşan kir ku êdî wext hatiye ku eniyeke muxalefetê ya xurt bê avakirin û ji bo vê jî got, divê ev muxalefet siyaseta kurd a ji bo demokratîkbûyîna welêt "hêza diyarker e" daxilî nav xwe bike.   Rojeke aştiyê ya cîhanê ya din jî derbas bû. Hîn jî Tirkiye di polîtîkayên xwe yên li ser asasê "redkirin, înkarkirin, tunekirin û asîmalsyonê" de israr dike. Serokê Weqfa Aştiyê ya Cîhanê Hakan Tahmaz, bal kişand ser girîngiya aştiyê û got, li Tirkiyeyê çareserî û aştî ne tiştekî zehmet e.   ‘ÎQTIDAR TIRKIYEYÊ BER BI TENÊTIYÊ VE DEHF DIDE'   Tahmaz, destnîşan kir ku Tirkiye ji sala 2005'an ve li gor feraseteke ku bibe hêzeke sereke ya herêmiyî tev digere û ji bo vê jî polîtîkayên xwe yên eskeriyî berbelav dike. Tahmaz, anî ziman ku şerê ji ber meseleya kurd ku 40 sal in didome, êdî li tevahiya herêman belav bûye.   Tahmaz ku got "Divê mirov vê pirsê bike. Li nav welêt û li derveyî welêt; gelo qey her kes dijminê Tirkiyeyê ye yan Tirkiye dijminatiya her kesî dike?" destnîşan kir ku îqtidar bi polîtîkayên xwe di sedsala 21'emîn de welêt hem ber bi tenêtiyê hem jî ber bi şer ve dahf dide.   Tahmaz, destnîşan kir ku di sedsala 21'emîn de aştî û nebûna şidetê mafê herî xwezayî yên mirova ye û got: "Lewma divê gotina 'Ji xeynî tirkan dostê tirkan tuneye' bê lêpirsînkirin. Mixabin ji dêvla ku em vê bidin ber lêpirsînê em radibin Tirkiyeyê ber bi xetereyeke mezin ve dibin. Pêşeroja me ji bo xwesteka hêza şidet, cihêkarî û hegemonîk tê reşkirin."   ‘PÊDIVÎ BI NEXŞERÊYEKE DEMOKRATÎK HEYE'   Tahmaz, destnîşan kir ku tifaqa cumhûrê êdî nikare welat ji nav siyaset mîlîttarîst derxîne û got: "Li Tirkiyeyê êdî têkoşîna ji bo edalet, heq û azadiyê hatiye xaçerêya aştiyê. Pêdiviya Tirkiyeyê bi muxalefeteke xurt, bi eniyeke xurt a îqtidarê û nexşerêya demokratîk heye. Niha tekane pêdiviya Tirkiyeyê; bidawîbûna polîtîkayên şerî ye û welateke azad, wekhev û biedalet e. Yanî ji bo çerkez wekî çerkezan, tirk wekî tirkan, kurd wekî kurdan bijîn, rêyek heye. Ev jî bi eniyeke muxalefetî pêkan e; eniyeke demokratîk û û li ser asasên rejîmeke siyasî ya demokratîk."   ‘ENIYEKE MUXALEFETÊ KU KURD DI NAV DE'   Tahmaz, destnîşan kir ku niha divê partiyên muxalefetê hemû ezbera xwe bidin berlêpirsînê û got, siyaseta heyî û çarçoveya heyî ya polîtîk nikare ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bibe bersiv. Tahmaz, destnîşan kir ku êdî wext hatiye ku eniyeke muxalefetê ya xurt bê avakirin û ji bo vê jî got, divê ev muxalefet siyaseta kurd a ji bo demokratîkbûyîna welêt "hêza diyarker e" daxilî nav xwe bike.   Tahmaz, anî ziman ku îqtidar rejîmeke nû afirandiye û got, li dijî vê rejîmê j, divê mexdûr hemû bên cem hev du.   Her wiha Tahmaz, ji bo careke din pirsgirêkên heyî rû nedin, qanûneke bingehîn a demokratîk pêşniyar kir.   ‘DÎNAMÎKA KURD HÊZA DIYARKER E'   Tahmaz ku pirsî "Pêdiviya Tirkiyeya sedsala 21'emîn bi çi heye?" got: "Ji bo ev krîza siyasî bê helkirin divê em bipirsirin bê ka kîjan dînamekên me rasteqîntir in û divê em li gor wê ehreket bikin. Nexasim jî ev yek di hilbijartina dawî de hatiye dîtin. Dînamîka kurd di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hêzeke diyarker e. Lê belê ji bo ku ev hêza diyarker karibe rola xwe bilîze divê muxalefeta sereke CHP vê yekê bi awayekî aşkere qebûl bike û ji bo muxalefeteke hevpar tev bigere."   ‘ÇARESERÎ NE ZOR E'   Tahmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê meseleya aştiyê ne meseleyeke zehmet e û got: "Ji xeynî vê li Tirkiyeyê pirsgirêka yekzilamî û meseleya kurd û şerî heye. Niha ev wekî ku ketibin nav hev xuya dike, lê dînamîkên her duyan û muxatabên wan ne wekhev in. Ji bo xelasiya ji meseleya yekzilamî divê pirgsirêka aştiyê vê dahurandin. Di vir de jî esas divê rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriyeke dorfireh tev bigerin. Yanî tişta ez dibêjim ev e; li vî welatî aştî pirsgirêka tirk, kurd, laz, çerkez, netewperest, soyaslîstan û ya her kesî ye. Divê çareyeke hevpar bê dîtin. Hege rem dersê ji berê bigirin wê çreserî ne zehmet be."   Tahmaz, destnîşan kir ku lê belê li Tirkiyeyê ji bo belavbûna dijmiantiya bi kurdan hewldanine mezin hene û got, ji xeynî şirîkên tifaqa cumhûrê partiyên siyasî û saziyên din jî daxilî nav vê tên kirin. Tahnazî anî ziman ku êdî divê pêşî li vê yekê bê girtin û got, divê careke din têkoşîna ji bo aştiyê bi bîra civakê bê xistin.   MA / Ferhat Çelîk