Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin 2020-09-02 12:16:06   STENBOL – Partiya Tevgera Kedê ragihand ku endamên vexwendine Qeymeqamiya Beyoglûyê û sîxûriyê teklîfa wna kirin û ew ê gilî bikin.    Partiya Tevgera Kedê (EHP) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku sîxûrtî li endamek wan hatiye ferzkirin û gef lê hatine xwarin. EHP diyar kir ku Qeymeqamiya Beygoglûya Stenbolê bi telefonê li endamê wan geriyaye û bi hêceta “Ji Qeymeqamiyê ji bo we alîkarî derketiye” û bangî wî kirine. EHP da zanîn ku endamê wan ji aliyê du kesên ji avahiya qeymeqamiyê derketine ve birine cihek din û her du kesan xwe wek endamên “îstîhbaratê” dane nasîn. EHP got van her du kesan beramberî pereyan teklîfa sîxûrtiyê li endamê wan kirine û xwestine derbarê partiya xwe de agahî bide wan. EHP got ew van sepanan qebûl nakin, ne hiqûqî ne û ew ê derbarê mijarê de gilî bikin.