3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin 2020-09-02 15:34:59   STENBOL – Li Stenbolê 3 kesên êrişî Cîgirê Serokê Giştî yê TÎP’ê Bariş Atay kiribûn hatin girtin.    Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê 3 kesên êrişî Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Parlamenterê Hatayê Bariş Atay kiribûn hatibûn binçavkirin. Piştî emniyetê her sê êrişkaran birin dadgehê. Dadgehê derbarê êrişkarên bi navê Çaglar Baş, Çagri Hasan Çalişkan û Omur Canpolat de ji sûcê “bi qestî birîndarkirin” biryara girtinê da.