Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê 2020-09-02 23:29:45   AMED - Malbata Îzzet Yîgît ê HPG’î, piştî 85 rojan cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de li navçeya Çêrmûgê spartin axê.   Malbata Îzzet Yîgît (Fîraz Amed) ê HPG’î ku di 9’ê Hezîranê de li navçeya Mêro ya Xarpêtê bi hevalê xwe Salîh Ekîncî (Devran Demîr) re jiyana xwe ji dest dabû, piştî 85 rojan cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de li Goristana Taxa Çûkûr a navçeya Çêrmûgê spartin axê. Endamên malbatê, rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn.   ‘DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE SPARTIN AXÊ’   Malbata Yîgît xwest ku cenazeyê lawê xwe li cem gora xalê Yîgît ê HPG’î Yûsûf Dalkiliç (Heqî Çermîk) ku li çoltera navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bi êrîşeke hewayî ya di 19'ê Kanûna 2017'an de bi sê hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Gundê Qelecûx a Çêrmûgê hatibû veşartin, veşerin, lê Qeymeqamtiya Çêrmûgê destûr neda. Li ser vê yekê Malbata Yîgît, piştî ku wecibeyên olî pêk anîn cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de, di saetên şevê de li Goristana Taxa Çûkûr a navçeya Çêrmûgê spartin axê.   ‘MALBAT BI SAETAN SEKINANDIN’   Hat hînbûn ku îro rayedarên Midûriyeta Emniyeta Xarpêtê li Malbata Yîgît geriyane û gotine ‘encama DNA’ya lawê wê derketiye, erebeya cenaze bi xwe re bînin û werin cenazeyê lawê xwe bigirin.’ Li ser vê yekê malbat piştî nîvro ji Çêrmûgê çû Xarpêtê. Piştî ku polîsan malbat bi saetan sekinan din. Cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê radestî malbatê kir. Polîsan ji Xarpêtê heta navçeya Erxeniyê cenaze şopand.   Ji aliyê din hat zanîn ku Malbata Salîh Ekîncî (Devran Demîr) jî cenazeyê lawê xwe girtine û ji bo ku veşêrin, ber bi navçeya Wêranşar a Rihayê ve çûne.