Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye! 2020-09-03 09:12:24 WAN – Hevpîşeyên Parêzer Aytaç Unsal ku 214 roj in di rojiya mirinê de ye, bang kirin: "Êdî tehemila me nemaye ku em canekî xwe yê dinê jî bisipêrin axê." Her wiha hevpîşeyên Unsal bang li her kesî kirin ku berpirsiyariya xwe ya civakiyî pêk bînin.    Parêzer Aytaş Unsal ji bo "darizandineke adil" 214 roj in di rojiya mirinê de ye. Hevpîşeyên Unsal wî ji Wanê bang kirin.    Parêzer Sevda Aydin anî ziman ku Ebrû û Aytaç ji bo tiştekî şexsî dest bi rojiya mirinê nekirine û got, li Tirkiyeyê mirov ji ber nebûna darizandina adil jiyana xwe ji dest didin û ev yek jî rewşa darizandina heyî dide der.    Aydin got: "Em dikarin vê çalakiyê wekî çalakiyeke civakiyî pênase bikin. Jixwe em vê yekê di daxuyaniya dawî ya hevpîşeya xwe Ebrûyê de jî dibînin. Tîmtîk gotibû; 'Em parêzer in û em dixwazin parêzeriya xwe bidomînin.' Ev daxwaz, ji bo Tirkiyeyê daxwaza ji bo darizandineke adil bû. A rast daxwaza wan ne daxwazeke ji bo tehliyeyeke şexsî ye. Daxwaza wan ji bo tevahiya civakê daxwaza ji bo darizandineke adil e. Lê mixabin dîsa jî me Ebrûyê winda kir."    ZILMA HIQÛQÊ!    Aydin, diyar kir ku Ebrû û Aytaç li kuçeyan û li korîdorên edliye û eywanên dadgehan ji bo muwekîlên xwe doza darizandineke adil kirine û ji bo rewşa hevpîşeyên xwe ya ku tê de ne wekî "zilma hiqûqê" pênase kir.    ‘ÊDÎ TEHEMILA ME NEMAYE KU EM CANEKÎ XWE YÊ DINÊ JÎ BISIPÊRIN AXÊ'    Aydin, destnîşan kir ku her diçe rewşa hevpîşeyê wan Aytaç Unsal xirabtir dibe û got: "Divê em bi xwerexnegirî tev bigerin ku çima me nikaribû Ebrûyê sax bihêle û niha jî divê em berpirsiyariyeke werê tev bigerin ku Aytaç bijî. Ji bo me her kêlî pir girîng e. Aytaç Unsal, parêzeriya kesên bindest, çîna karkeran û kesên bi zilma dewletê re rû bi rû mane kiriye. Divê em jî xwedî li vê daxwaza Aytaç û Ebrûyê derkevin. Mafê darizandina adil ji bo me hemûyaye. Bi vê ferasetê divê em li kuçe û kolanan bi dengekî bilindtir bitêkoşin. Êdî tehemila me nemaye ku em canekî xwe yê dinê jî bisipêrin axê. Lewma em bang li her kesî dikin ku bibe dengê Aytaç. Ev berprisiyariyeke dîrokî û civakiyî ye."     'EM BIBIN QÎRÎNA AYTAÇ'    Parêzer Servet Ekmekçî jî anî ziman ku Tîmtîk ji bo darizandineke adil 238 rojan di rojiya mirinê de ma û jiyana xwe ji det da û got, ev şerma Tirkiyeyê ye. Ekmekçî, destnîşan kir ku ew ê her tim xwedî li daxwaza hevalên xwe derkevin û got: "Daxwaza ku Aytaç ji bo wê têdikoşe ne daxwazeke zor û zehmet e. Pêkan e. Dixwazin dadgeh darizandineke adil bikin. Daxwaza Aytaç daxwaza me ye. Pêdiviya me hemûyan bi hiqûq û darizandineke adil heye. Lewma em bibin qîrînaa Aytaç."