Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê 2020-09-03 10:25:11 STENBOL - Dîmenên kêliya revandina endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Lîder Polat ku tê îdîakirin kesên xwestin wî birevînin polîsîn derketin holê.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di rojên derbasbûyî de, daxuyaniyî da bû û gotibû ku endamê wan Lîder Polat di 27’ê Tebaxê de, ji aliyê polîsan ve tê revandin, sîxurtiyê ferzî wî dikin û dûre çavê wî girê didin û datînin li kêlekea rê.    Dîmenên kîliya revandin Polat derketin holê. Di dîmenan de, 4 kesên hatin îdîakirin ku polîsin, endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Stenbolê Polat di nava rê de radiwestînin û li maşîneyekê spî siwar dikin.   DAXUYANIYA HDP’Ê    Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, di rojên derbas bûyî de di daxuyaniya xwe ya têkildarî revandina Lîder Polat Kartal da bû de wiha gotibû: “Endamê Meclîsa Ciwanên me Lîder Polat Kartal li Taxa Soganlik a navçeya Kartalê di dema ku dikeve metroyê de ji aliyê 4 kesên sîvîl ên xwe weke polîs didin naskirin ve, bi darê zorê li wesayîtê tê sîwar kirin. Ev kes dûre çav û destên Polat paşve girê didin. Heqaretê lê dikin û kincên wî jê dixwin û tazî dikin. Bi vî awayî bi saetan îşkenceyê li Polat dikin. Pişt re sîxurtiyê ferzî wî dikin. Ev kes ji Polat re dibêjin ‘emê we li vê derê nedin jiyîn. Em li ser navê dewletê dixebitin. Dewletê ev raye daye me. Ji bo vê pere didin me. Tu yê ji Stenbolê herî.’ Kesên ku endamê me tehdît dikin, dûre telefona wî, kincên wî û amûrên wî xesp dikin û li kêleka rê datînin.”