Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê 2020-09-03 19:58:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Gel, daxuyand ku Dadgeha Bilind der barê parêzer Aytaç Unsal de biryara berdanê daye.    Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind, der barê parêzer Aytaç Unsal ku ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ye, biryara berdanê da. Buriya Hiqûqê ya gel biryara hatiye girtin daxuyand. Buroyê got: "Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind îro der barê endamê buroya me Aytaç Unsal de biryara berdanê daye. Bi vê biryarê re kesên Ebrû Tîmtîkê bernedan, careke din îlan kirine ku kujerê Ebrûya me ne."