Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin 2020-09-04 09:01:53 ŞIRNEX – Li Cizirî Lîseya Pîşeyî ya Endstriyê ku di sala 2015'an de wekî bargeheke eskerî dihat bikaranîn û dû re bû qereqol, piştî  salan hat valakirin.    Lîseya Pîşeyî ya Endtsriyê ya Cizîrê piştî  salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin. Di sala 2015'an de li navçeyê di dema şerê li navçeya Cudî, Sûr û Nûrê de polî û eskeran gelek dibistan kiribûn baregeh û piştî qedexe bi dawî bûbûn heman dibistan kiribûn qereqol.   Ji ber ku wekî qereqolê hatine bikaranîn dîwarê gelek dibistanan hatibûn zeximkirin û qûle hatibûn çêkirin. Yek ji van dibistanan jî Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê ye ku li Taxa Cûdiyê ye. Ev lîse 5 salan wekî qereqol hat bikaranîn. Piştî pênc salan hat valakirin.    Piştî dibistan hat valakirin şêniyên taxê jî kêfxweş bûne. ŞÊniyekî taxê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê bê aşkerekirin got: "Ji roja ku ev der bûbû qereqol tu hizûr ji me re nemabû. Emd itirsiyan ku wesayîtên zirxî yên tim digeriyan zirarekê bidin zarokê me. Em naxwazin ev der cardin bibe dibistan. Ji ber ku ev de rbûye qereql û zarkên me jî pê dizanin wê bandorê li derûniya wan bikin."    Jinekê jî got: "Nêzî 2 hefteyan e hema bibêje polîsên li vê derê giş çûne. Gava qereqol bû nexasim em jin pir ditirsiyan. Zarokên me tim li kuçeyan dilîzin. Li kuçeyên me wesayîtên zirxî tim diçin û tên û zarokên me gava çav bi zilamê çekdar dikevin ditirsiyan. Valakirina vê derê baş bû. Em naxwazin li nava taxan qereqol hebin."