Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin 2020-09-04 09:02:24   ŞIRNEX - Ajovanên di Deriyê Sînor ê Xabrûrê de diçin û tên, xwestin di çarçoveya tevdîrên Covîd-19'ê de çûn û hatina wan bê lezkirin.    Li Deriyê Sînor ê Xabûr ê di navbera navçeya Silopiya ya Şirnexê û Herêma Kurdistana Federe de ye, ji ber testên ji bo Covîd-19'ê tên kirin gelek wesayitên li pê hev du rêz dibin. Her wiha li gumrikê hema bibêje navbera fizîkî esas nayê girtin û gelek kes li pey hev dikevin dorê. Bi taybetî jî li Deriyê Gumrikê yê Xelîl Baran (Zaxo) di dema encamên testê yên ajovanan, kar û barên pasaport û muameleyê û FEHS'ê (dora nimûneyê) de gelek kes li cem hev disekinin. Ligel vê li rêya Hevrişimê ya di navbera Nisêbîn-Cizîrê de gelek TIR li dû hev sekinîne.    Ajovanên ku bi rojan e di dora gumrikê de ne û ji ber testan dereng dimînin, anîn ziman ku bi vî awayî lêçûnên wan jî zêde dibin û gotin, divê kar û barên bi vî rengî leztir bên kirin.    Ajovanê TIR'ê Nazim Dîdîm, anî ziman ku ji ber gelek TIR di dorê de ne ancax di 3 rojan de gihaştiya Qada TIR'ê ya Silopiyayê û got, şewb zêde bûye lê dîsa jî mirov di dorê de tên hiştin û li gumrikan di nava hev de ne. Dîdîm, da zanîn ku li hêla Silopiyayê di demên dawî de kar û barên gumrikê bileztir tên kirin, lê belê li hêla gumrika pêşmergeyan hîn jî pirsgirêk hene û got, li gor berê êdî encamên testên şewbê di rojekê de diyar dibin. Dîdîm got: "Em dixwazin muameleya li Gumrika Pêşmergeyan leztir bê kirin.Mirov pir tên sekinandin. Bila reyadrann vê yekê hel bikin."    ‘BILA WESAYÎT LI WÎ ALIYÊ GUMRIKÊ BÊN SEKINANDIN'    Ajovan Osman Ûçkan jî got: "He rajovanek ji bajarekî tê. Em dixwazin ev dorên dûndirêj bi dawî bibin. Qet nebe bila wesayît li hêla Iraqê bên sekinandin. Em şev û rojekê li gumrikê dimînin. Em dixwazin ev pirsgirêk bê helkirin."    Her wiha Ûçkan, anî ziman ku piştî şewbê li Iraqê jî her tişt biha bûye û got: "Bila mirov li vê hêlê nekevin dorê, derbasî wî aliyî bibin. Em dixwazin mirov li wî aliyê sînor bisekinin. Li hêla Iraqê dor çênabe. Hemûyan li vê derê çêdikin. Car heye em 3 rojan an jî 4 rojan ji Mêrsîn an jî Dîlokê digihên Silopiyayê. Di gumrika pêşmergeyan de herî zêde em rojekê tên sekinandin. Lê belê li vê derê, ji bo em derbasî wî aliyî bibin em 3-4 roja tên sekinandin."    Ajovan Selman Oztek ku ji Mêrdînê hatiye anî ziman ku li ber germahiyeke derceya wê 45 bi rojan disekinin. Oztek, diyar kir ku mayîna di dorê de dibe cihê xetereyeke mezin û got, di dema kar û barên muameleyê de zemhetiyê dikişînin. Oztek, xwest pirsgirêkên heyî bên çareserkirin.