Ji ber karantînayê biryar dîsa nehat dayîn 2020-09-04 14:15:07     ENQERE – Di doza Eylûl Yaglikara ya hatibû qetilkirin de bi hêceta parêzerê bersûc di karantînayê de ye bîryar dîsa nehat dayîn.    Eylul Yaglikaya ya 8 salî di hezîrana 2018’an de li navçeya Polatli ya Enqereyê winda bûbû û piştî hefteyekê cenazeyê wê hatibû dîtin. Derketibû holê ku Ûgûr Koçyîgît destdirêjî Eylûla biçûk kiriye û wê qetil kiriye. Têkildarî mirina Eylûla biçûk doza ku hatibû vekirin rûniştina wê ya 8’emîn li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Kujer Ûgûr Koçyîgît bi sûcên “bi qestî kuştiye” û “li dijî zarok îstîsmara zayendî ya bi wesf pêk aniye” cezayê heta hetayê û 39 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Dayika Koçyîgît, Hûriye Koçyîgît jî bi hêceta ku alîkarî kiriye bi daxwaza 20 sal cezakirinê negirtî tê darizandin.    Piştî tespîta nasnameyan rûniştina dozê dest pê kir û gelek kes beşdarî dozê bûn. Bersûc ji girtîgehê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû û Hûriye Koçyîgît jî li eywana dadgehê hazir bû.    Ji parêzerên malbata Yaglikara Hîkmet Tepe xwest ku Hûriye Koçyîgît jî were girtin û bi awayek girankirî were cezakirin.    ‘DIJ EHLAQÎ YE’    Ji parêzerên malbatê Fûdna Sadikahmet Alp jî got ev bûyer ne di ehlaq û ne jî di wîjdanan de cih nagire û xwest bersûc bi awayên girankirî werin cezakirin.    Dayika Yaglikara, Şerîfe Yaglikara jî da zanîn ku kezeba wê dişewite û xwest ku êdî Eylûlên din wisa bi hovîtî neyên kuştin û divê bersûc bi girankirî werin cezakirin.    Bi hêceta ku parêzerê bersûc di bi sedema vîrûsa koronayê di karantînayê de ye nikaribû beşdarî dozê bibe şandeya dadgehê rûniştina dozê taloqî 6’ê mijdarê kir.    Piştî danişînê beşdarên dozê, parêzer û malbatê li ber dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşan dan û xwestin êdî edalet pêk were.