ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-05 09:00:16   * Li Mêrdînê dema kesek jiyana xwe ji dest dide di hoperlorên mizgeftan de tenê bi tirkî û erebî agahiyan didin. Cudakariya li dijî zimanê kurdî xwe di vir de jî radixe ber çavan.    * Pitûka "Apê Mûsa 100 salî ye" ya ji aliyê Weşanên Aramê ve hat çapkirin di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt. Pirtûk bi hewldanên rojnamevan Huseyîn Aykol hatiye çapkirin û di pirtûkê de gelek nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar bîranînên xwe yên li gel Apê Mûsa nivîsandine.   * Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku li Amedê ji ber vîrûsa koronayê nêzî 20 hezar kesî di karantînayê de ye.    *GUNTÎAD, DTSO û Weqfa TEMA, bi armanca balê bikişînin ser qirêjkirina derdora Geliyê Godernê ya girêdayî navçeya Pasûrê, wê bernameya paqijiyê li dar bixin. (09.00)   * Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin dê ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî çalakiya 806'emîn a heftane li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 604'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" bi rêya vîdeoyê pêk bîne. (12.00)   *Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP'ê berpirsiyar Şaziye Kose, wê derbarê êrîşên li dijî karkerên kurd de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê di heftiya 441'emîn de çalakiya xwe ya Rûniştina F li ser hesabê xwe yê medya civaka li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Şaxa Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00)