Li Tarlabaşiya Stenbolê jiyan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe 2020-09-05 10:12:58 STENBOL – Esnaf û şêniyên taxa Tarlabaşiya Beygolûyê diyar kirin ku her roja ku diçe ew bêtir bi krîza aborî re rûbirû dimînin û feqîr dibin.    Li Tirkiyê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û zêdetir tesîrê li ser xelkê dike. Ev krîza aboriyê her roja ku diçe hin bêtir xelkê feqîr dike û xelk nikare debara xwe bike. Esnaf û welatiyên li taxa Tarlabaşiya navçeya Beyoglûya Stenbolê bi metirsî li siberojê dinêrin. Welatî anî ziman ku ew nikarin tiştekî bikirin û di bingeha pirsgirêkan de jî bêçareseriya dewletê heye. Esnafan jî got ew êdî nikarin kar bikin.    ‘KARESAT LI PÊŞIYA ME YE’    Mucahît Aksoy ê 6 sal in li Tarlabaşiyê karê loqenteyê dike anî ziman ku ew di jiyana xwe ya kar de rojên herî xerab derbas dike û êdî ew bi zehmetiyê mişteriyan jî dibînin û karê wan nabe. Aksoy got heke wisa dewam bike ew ê dikana xwe bigire û karesatek aborî li pêşiya xelkê ye.    NE KIRÊ Û NE JÎ FATÛREYAN DIKARE RAZÎNE    Îdrîs Adsan ê 12 sal in karê înşatan dike jî got ji ber koronayê ew bêkar ma. Aksan da zanîn ku 3 zarokên wî hene û niha di mala kirê de rûdinê. Aksan got ew ne dikare kirêya xwe û ne jî fatûreyên xwe razîne. Aksan got ev hemû ji ber polîtîkayên şaş ên îqtîdarê pêk tên û vê polîtîkayê aboriyê serûbin kiriye.    NIKARE ZAROKÊN XWE XWEDÎ BIKE    Şêniyê taxê Tûran Kir jî got ew ji zarokatiya xwe ve karê tableyê dike û tenê ew zikê xwe têr dike. Kir diyar kir ku ne ew ne jî dikare zikê zarokên xwe têr bike û xwedî bike. Kir destnîşan kir ku mesele tenê bi AKP’ê ve girêdayî ne di heman demê de ev meseleyek aqlê dewletê ye û heta ev aqil neguhere wê ev rewş bidome. Kir got pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêkan ewilî di guhertina aqilê dewletê de derbas dibe.    NIKARE PÊNÛSEK JI ZAROKÊN XWE RE BIKIRE    Şêniya taxê Zelîha Batûn jî diyar kir ku ew dayika 3 zarokan e û di kirê de rûdinên û ew nikarin pêdiviyên xwe rojane dabîn bikin. Batûn got pereyê wê nîne ku ew ji zarokên xwe re pênûsan bikire û rayedar bi derdê feqîran û birçiyan nizanin.    25 SAL IN DI NAVA PERÎŞANIYÊ DE NE    Eyhan Îlhan ê 25 sal berê li Mêrdînê gundê wan hat şewitandin û neçar bimînin koçî Stenbolê bikin û ji ber polîtîkayên nebaş ên ekonomiyê ew nikarin debara xwe bikin. Îlhan anî ziman ku dema ew li gundê xwe bin her tiştê wan hebû û rewşa wan baş bû lê 25 sal in li xerîbiyê di navaç şerpezeyê de ne.    MA / Îdrîs Sayilgan - Mehmet Aslan